Li Rihayê ji ber nerazîbûna erdan şer derket: 20 birîndar
![Li Rihayê ji ber nerazîbûna erdan şer derket: 20 birîndar Li Rihayê ji ber nerazîbûna erdan şer derket: 20 birîndar](/img/NewsGallery/2024/6/29/401958/FeaturedImage/eaaf97d0-dae5-442a-aa12-9246e9605de3.webp)
Li navçeya Bêrecûka Rihayê, ji ber nerazîbûna erdan bi dar û kêran şer derket, di encamê de 20 kes birîndar bûn.
Bûyer, li gundê Boztepeyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di navbera du malbatên ku ji berê ve meseleya nerazîbûna erdan hebûye de bi dar û kêran şer derket.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Di encama şerê bi kêr û daran de 20 kes birîndar bûn. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên Bêrecûk û Rihayê re hatin sewqkirin.
Derheqê şer de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Bongilana Çewligê otobûseke rêwîyan qelibî, di encama qezayê de 14 kes birîndar bûn.
Li navçeya Sincika Semsûrê di mezinahîya 3,8an de erdhejek pêk hat.
Li navçeya Goksuna Mereşê di mezinahîya 3,5an de erdhejek hat qeydkirin.
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç, derheqê êrîşên li dijî penaberên Sûrîyeyê de weha got, “Bûyerên ku li Qeyserîyê pêk hatine, cardin dide ber çavên me ku gotinên nefret ên li djiî penaberan têne gotin ji wehşetê re vegerîyaye.”