Li Rihayê tîp teqîya: 2 birîndar
Li navçeya Xelîlî ya Rihayê, di malekê de tîpek pîknîkê teqîya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Bûyer, li Kolana 11emîn a Taxa Şehîtlikê qewimî.
Li gorî agahiyan, tîpek pîknîkê ji ber sedemek hêj ne diyar li xaniyekî li qata jêrîn a avahiyek çar qatî teqiya. Ji ber teqînê eşyayên malê ji xanî derketin û beşek ji dîwarê derve yê ku ber bi kolanê ve bû hilweşiya.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, îtfaîye û polêsan hatin şandin.
Ekîbên tenduristiya herdu birîndaran jî rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li ser rêya Kilîs-Hatayê, di qezaya wesayîteke sivik a bazirganî û otomobîlekê de pênc jê giran şeş kes birîndar bûn. Mirovên birîndar rakirin nexweşxaneyê û lêpirsîna qezayê jî berdewam dike.
Bi taybetî li herêmên bilind ên herêma bakur, li hinek navçeyan berf xwe nîşan da.
Cûrbecûr rengên ku payîzê li dora Bexçeyên Hewsel, Çemê Dîcle û Pira Deh Çavî afirandine, digel atmosfera ku ji ber mija sibê zêde bûye, li gelek deverên Dîyarbekirê dîmenên balkêş diafirînin.