Li Rihayê wesayît teqle avêt: 4 birîndar
Li navçeya Kanîya Xezalan a Rihayê wesayîta ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Qeza, di saetên serê sibehê de li serê rêya Kanîya Xezalan-Rihayê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku hem plaqe û hem jî navê şofêrê wî nehat hînbûn, ji bin kontrola şofêr derket û teqle avêt. Di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Sînpaş a Efyonê otobûsa rêwîyan ji bin kontrola şofêr derket û qulipî, di encama qezayê de 22 kes birîndar bûn.
Midûrtîya Gumrukê ya Îzmîrê, ji Coca Cola Vexwarin a ku ji sîyonîstan re piştrigîyê dide re 705,8 milyon Lîre tehekkuk û 2,12 milyar Lîre cezaya îdarî lê birî.
Li navçeya Licê ya Dîyarbekirê wesayîtek ji ber ku ajotinek talûke bi karanît li tirekî qelibî û qeza kir. Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, şofêrê tirê jî birîndar bû.