Li Rihayê mînîbûsek ku karker di nav de bûn ket nav qenala avê: 19 birîndar
Li Taxa Korukluyê ya li ser rêya Riha-Akçakaleyê mînîbusek ku karkerên çandiniyê dibir kontrola wesayîtê winda kir û ket nav qenala avdanê.
Qeza, li taxa Korukluyê li ser rêya Riha-Akçakaleyê qewimî.
Mînîbusek ku karkerên çandiniyê hildigirt piştî ku şofêrê wê kontrola wesayîtê winda kir, ji rê derket û ket nav qenala avdanê.
Piştî raporên ji kesên li derdorê, gelek ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê û cendermeyan şandin herêmê.
Di qezayê de 19 kes ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn, birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên li Akçakale, Herran û navenda bajarê Rihayê re hatin rakirin û tên dermankirin.
Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Erziromê, di qezayeke trafîkê de ku di navbera jîp û karavanekê de qewimî, şeş kes bi sivikî birîndar bûn.
Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo rêwîyên winda yên keştiya ku li peravên Gîrne ya Qibrisê binav bû de, cenazeyê 6emîn hat derxistin. Hejmara kesên ku di encama binavbûna keştiyê de canê xwe ji dest dane gihîşt 14 kesan.
Bernameya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" ku ji teref Komeleya Evîndarên Pêxember a Mêrdînê ve ji bo zarokan hate lidarxistin, piştî dewreyeke perwerdehîya nimêjê bi bernameyeke dawîn bi dawî bû.