Li Rihayê qezaya trafîkê: 4 mirî, 2 bi giranî birîndar
Li navçeya Hewengê di qezayekê de ku wesayîtek bazirganî ya sivik li qamyonekê qelibî, 4 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li navçeya Heweng a Rihayê, wesayîteke bazirganî ya sivik ku ji hêla L. Ç. ve dihat ajotin, ji paş ve li qamyonekê ku nasnameya şofêrê wê hêj nehatiye diyarkirin qelibî.
Ji ber hêza lêxistinê wesayîta sivik a bazirganî gelek zirar dît. Şofêr L.Ç. li cihê bûyerê mir û pênc kesên din jî bi giranî birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê ji bo herêmê hatin şandin. Piştî dermankirina destpêkê li cihê bûyerê, birîndar bi ambulansê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hewengê hatin veguhastin.
Ji birîndarên ku ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê, F.Ç. (36), M.Ç. (15) û B.Ç. (12) tevî hemû mudaxeleyan canê xwe ji dest dan.
Piştî qezayê şofêrê qamyonê hate binçavkirin û hate hînbûn ku derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, mînîbusek ku xwendekarên klubeke basketbolê ya taybet tê de bûn, qelibî û di encamê de 13 xwendekar birîndar bûn.
Li bazarên taxên Dîyarbekirê, bi destpêkirina amadekariyên zivistanê re daxwaza firingîyan zêde dibe û firoşkar dibêjin ku dibe ku di rojên pêş de fîyetên firingîyan ên ku di şûşeyan de têne bikar anîn bêtir zêde bibin.
Karwana Hêvîyê ya Êlihê berîya destpêkirina sala nû ya xwendinê, ji bo zarokên malbatên feqîr amûrên qirtasîyeyê peyda kirin. Rêxistin, ji bo ku bigihîje bêtir malbatan, ji xêrxwazan piştgiriyê dixwaze.