Li seranserê Tirkîyeyê li mizgeftên sela hat xwendin
Di 15ê Tîrmeha 2016an de, di 10emîn salvegera hewldana derbeya FETOyê de, li seranserê Tirkîyeyê li 90 hezar mizgeftan di heman demê de sela hat xwendin.
Bi minaebeta "15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî" Serokatiya Karûbarên Dînî li seranserê welat di mizgeftan de tevahiya rojê bernameyên Mewlûd, xwendina Quranê û selayê ji bo şehîdan li dar xist.
Di derbarê mijarê de, Serokê Rêveberiya Karûbarên Dînî, Prof. Dr. Safi Arpaguş, daxuyaniyek da û got:
"Bangên selayê, ku di şeva 15ê Tîrmehê de sembola yekîtî û hevgirtina miletê me bûn, di salvegera 10emîn de li 90.000 mizgeftên li seranserê welatê me careke din ber bi asîmanan ve bilind bûn."
Ez bi dil û can spasiya berpirsên dînî yên dilsoz dikim ku di wê şeva tarî de, tevî hemû tehdîd û zehmetiyan, bi xwendina selayê ji minareyan gazî miletê me yê birûmet kirin ku serxwebûn, qanûn, demokrasî û welatê xwe biparêze.
Dua ya min ji Rebê me ev e ku, ji bo duayên ku tên xwendin, dewlet û miletê me ji her cûre serhildan, xiyanet û felaketan biparêze, yekîtî û hevgirtina me xurt bihêle û welatê me her û her bidomîne.
Bi minasebeta 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî, ez şehîdên me yên ezîz ên ku ji bo welatê xwe canê xwe feda kirine bi rehmet û xaziyên me yên qehreman bi spasî û teqdîr bi bîr tînim. Xwedê Teala careke din nehêle miletê me êşek wisa bijî." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di lêpirsîna li dijî Komeleya Ahbapê de, bi tevî Haluk Levent 14 kes hatin girtin. Fermana girtinê di saetên serê sibehê de hat ragihandin.
Otobûseke rêwîyan a duqatî ku ji Stenbolê ber bi Orduyê ve diçû, li navçeya Merzifon a Amasyayê kontrola xwe winda kir û qulipî. Di encama qezayê de 46 rêwî birîndar bûn.
Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu got, "Ji demên berê heta niha, Emrîka yan handêr, yan piştgir, yan jî plankerê rasterast ê hemû darbeyên leşkerî yên li welat bûye, tevî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê. Divê ev rastî qet neyê jibîrkirin."