Li Şirnexê keştî bin av bû: Kesek canê xwe ji dest da
Çar jinên ji malbatekê ku li nêzî Qesra Elo Dino ya li ser rêya Guçlukonak a Şirnexê diçûn pîknîkê, dema ku qeyika wan binav bû, ketin nav avê. Sê jin hatin rizgarkirin, lê jineke 22 salî canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Navenda Bangên Acil a 112 îro piştî nîvro raporek wergirtiye ku çar jinên ji malbateke ku li kêleka Çemê Dîcleyê li ser rêya Guçlukonak pîknîkê dikirin, piştî ku qeyika wan binav bû, ketine nav avê.
Bi destwerdana welatiyên li derdorê sê jin ji avê hatin rizgarkirin, Y.I. yê 22 salî jî di çem de winda bû.
Piştî xeberdayînê, ekîbên AFAD, polês, cenderme û îtfaîyeyê ji herêmê re hatin şandin. Ji bo hêsankirina operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê, deriyên bendavê ji aliyê Rêveberiya Santrala Hîdroelektrîkê ya Ilısu ve hatin girtin da ku herikîna avê kêm bibe.
Ekîbên noqav û lêgerîn û rizgarkirinê yên ku hatine herêmê li Çemê Dîcleyê operasyoneke berfireh dane destpêkirin. Di encama van xebatan de, cenazeyê bêcan ê Y. İ. hat dîtin.
Tê texmînkirin ku cenazeyê jina 22 salî piştî temamkirina prosedurên pêwîst ji bo radestkirina malbata wê ji nexweşxaneyê re were şandin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kanîya Xezalan a Rihayê wesayîta ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li navçeya Sînpaş a Efyonê otobûsa rêwîyan ji bin kontrola şofêr derket û qulipî, di encama qezayê de 22 kes birîndar bûn.
Midûrtîya Gumrukê ya Îzmîrê, ji Coca Cola Vexwarin a ku ji sîyonîstan re piştrigîyê dide re 705,8 milyon Lîre tehekkuk û 2,12 milyar Lîre cezaya îdarî lê birî.
Li navçeya Licê ya Dîyarbekirê wesayîtek ji ber ku ajotinek talûke bi karanît li tirekî qelibî û qeza kir. Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, şofêrê tirê jî birîndar bû.