Li Stenbolê baranek dijwar tesîrdar bû
Piştî barana ji nişka ve li Stenbolê, li ser rêyan gol çêbûn, û mijê ku li hinek deveran ji ber baranê çêbû, dîtina şofêran kêm kir.
Piştî hişyariyên li pey hev ên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, AKOM (Navenda Koordînasyona Karesatên Stenbolê) û Walîtiya Stenbolê, piştî nîvro barana zêde tesîrî li gelek navçeyên Stenbolê kir.
Li hinek deveran, mij û dûmana ji ber baranê dîtbarîya şofêran kêm kir, û ev yek jî bû sedema zehmetiyan li ser rêyan.
Barana ku li hinek deveran serê sibê dest pê kir, piştî nîvro wek barana gur berdewam kir.
Tê pêşbînîkirin ku baran heta saet 8ê êvarê bibare û zêdetir bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên cenderme, AFAD û ekîbên îtfaîyeyê ji bo dîtina zilamê 32 salî ku piştî ku ji bo hênikbûnê li navçeya Farqîn a Dîyarbekirê ket Çemê Malabadê winda bû, didomin.
Di civîna kordînasyonê ku bi serokatiya Serfermandarê Polêsan ê Bajarê Enqereyê Maksut Yuksek hat kirin de, tedbîrên ewlehiyê, plansaziya peywirê û pêvajoyên kordînasyona navbera yekîneyan ên ku di çarçoveya Lûtkeya 36emîn a NATOyê de werin bicîhanîn hatin nirxandin.
Baroya Êlihê piştgirî da Denîz Goktaşê ku xwe wekî komedyen bi nav dike û bi tohmeta heqaretkirina Quran û Hezretî Muhammed (silavên Xwedê lê bin) hatiye girtin.