Li Îzmîrê 41 koçberên neqanûnî û qaçaxçiyek koçber hatin girtin
41 koçberên neqanûnî di qeyikeke lastîkî de ku ji aliyê ekîbên Ewlekariya Peravê ve li peravên navçeya Urla ya Îzmîrê hatibû rawestandin, hatin girtin û şikdarekî qaçaxçîtiya koçberan jî di derbarê bûyerê de hat binçavkirin.
Di operasyoneke ku ekîbên Ewlekariya Peravê li peravên navçeya Urlayê kirin de, 41 koçberên bêdestûr hatin girtin.
Droneyekî Ewlekariya Peravê komeke koçberên neqanûnî li ser erdê tespît kir ku dixwestin bi qeyikeke lastîkî ber bi deryayê ve biçin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Zanîngeha Dîcle ya li Dîyarbekirê, di qezayek trafîkê ya ji ber wergeriyana wesayîteke sivik a bazirganî de 3 kes birîndar bûn, hat îfadekirin ku yek ji wan rewşa wî giran e.
Pankartên ku di merasîma mezûnbûna Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Yedîtepeyê de hatin danîn, bûn sedema nîqaşan. Her çend pankartên sîyasî hatin destûr kirin jî, pankartek ku ayetek ji Quranê tê de hebû nehat qebûlkirin û ji bona ku ayet neyê dîtin ji mirovan dîwarek hat çêkirin.
Li Bolûyê, ji ber ku otobûseke rêwiyan li ser Rêya Anadoluyê kontrola xwe winda kir û li bariyerek û tabelaya cihê bêhnvedanê qelibî, 15 kes birîndar bûn ji wan jî 5 kes giran in.