Masîvanê ku di Çemê Êlihê de winda bûbû mirî hat dîtin
Ji A.R.Y.yê 36 ku ji bo masîyan bigre çûbû Çemê Êlihê û winda bûbû xeberek nexwaş hat. Di encama xebatên ku ev bû sê roj in berdewam dike de canê wî yê bêrih hat dîtin.
Hat îfadekirin ku masîvan A.R.Y. yê 36 ji bona ku ji xwe re masîyan bigre çû gundê Şerbetê û di dema ku masîyan digirt di nav avê de winda bû, ji bo dîtina wî ev bû sê roj in xebatên lêgerînê dihatin kirin.
Hat îfadekirin ku A.R.Y. di 4ê Tîrmehê de di saet 11.00an de ji bo masîyan çûye gundê Şerbetî. Di saetên êvarê şûn ve êdî jê xeber nehatîye girtin û li ser vêya ji ekîban re xeber hat şandin.
Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê jî di bin koordînasyona AFADê de dest bi xebatan kirin. Ji wan ekîban yek jî ekîbên Lêgerîn û Xelaskirina Karwana Hêvîyê bû.
Hem li alîyê bejahî hem jî li di nav avê de xebatên lêgerînê hatin kirin.
Di encama xebatên bi dronan jî hatin kirin de cesedê masîvan 5 kîlometre li cîhê ku winda bûbû hat dîtin.
Hat destnîşankirin ku cenazeya A.R.Y. ji bo otopsîyê ji morga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîyê ya Êlihê re hat birin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin û hêna jî berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, derbarê ronîkirina Pira Fatih Sultan Mehmet bi rengên ala Emrîkayê de got, "Bi hêzên gerdûnî yên ku bi torên qirêj ên wekî Epstein ve girêdayî ne re dostaniyek çênabe. Divê ev şaşî tavilê were rawestandin."
Bayên bihêz û pêlên bilind ên deryayê ku bandor li navçeya Kuşadasiyê ya Aydinê kir, di nav rojê de gelek bûyerên xeniqînê çêbûn. Çar kes ji ber ku ji aliyê pêlên avê ve li deverên cuda hatin xwarê canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Darende ya Meletîyê wesayîtek li darê xist, di encama qezayê de ji heman malbatê 2 kesan canê xwe ji dest dan, 3 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.