Mela Abdulqudûs Yalçinê derheqê ehemîyeta îbadetan de daxuyanî da destnîşan kir lazim e îbadet her tim bên kirin û îbadeta herî baş hindik be jî ya ku her tim tê kirin e.
“Tiştê ku Xweda ji me dixwazî ne zêdebûna îbadetan berdewamîya wan e
Endamê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Abdulqudûs Yalçin piştî meha Remezanê ji bo ew îbadetên ku di meha Remezanê de hatin piştî meha Remezanê jî bên kirin bang li Mislimanan kir û got: “ Hemd û sena ji Xwedê re be ku kir nesîbê me em Remezanê bi şiklekî sihhet û sexlem derbas bikin.Û dîsa hemd jê re ku kir nesîbê me em rojîya xwe bigrin, îbadetên xwe bikin. Em ji Xwedê re çi qas şikir bikin hindik e. Lazim e bê diyarkirin em hêdî hêdî terka wan îbadetên xwe yên ku me di meha Remezanê de dikir dikin. Ev yek xelet e. Lewra lazim e meha Remezanê û îbadetên xwe me di wê mehê de kir tiştekî hînî me bikin. Lazim e em wan îbadetên xwe piştî meha Remezanê jî biodomînin. Lewra tiştê ku Xweda ji me dixwazî ne zêdebûna îbadetan berdewamîya wan e.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Başakşehîra Stenbolê di sîteya senayîyê de teqînek pêk hat û piştî teqînê şewat derket. Di bûyerê de kesek birîndar bû.
Li navçeya Karakopruya Rihayê qamyonetek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 16 kes birîndar bûn.
Di Derîyê Sînora Kapikuleyê de di nav tirekî de lêgerîn hat kirin, di encama wê lêgerînê de 18 kîlo 725 gram zêrên qaçax û 22 heb bazinên zêr hatin bidestxistin.
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ji bo herêma bakur hişyarîya şilîyeke tund da.