Berdevkê Platforma Nesla Quranê Mehmet Emîn Sutçu bi minasebeta Îda Remezanê daxuyanîyek belav kir, wî got ku ew ê ji ber rewşa li Xezzeyê vê îdê di nav xemgînîyê de derbas bikin.
Sutçu, di axavtinax we de Îda Remezanê ya ummeta Îslamê pîroz kir, xwest ku bila ev îd destpêka xweşikahîyên ku bi hesretî li bendê ne be.
Sutçu îfade kir ku meha Remezanê di nav bêçaretîyekî mezin de derbas bû, “Em Sê mehên bimbarek ku Rebbê me ji bona me wek kerem û litfa xwe teqdîm kirîye û meha Remezanê li paş xwe dihêlin. Me vê meha bimbarek di nav bi janên li Xezzeyê, di zimanên me de dua û di destê me de bêçaretîyekî mezin de derbas kir. Rebbê me yê mezin bila van rojîyên ku me girtîye, nimêjên ku me kirîye, zikrên me û tespîhên me, sedeqe, fitir û zekatên ku me daye ji bo riza xwe qebûl bike.”
Sutçu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew ê vê Îdê di nav xemgînî, êş û jan de û di nav eczîyetekî ku heta hestîyên xwe hîs bikin de derbas bikin, “Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku bila êş û janên li Xezzeyê biqedîne, seltaneta îsraîl, Emrîqa, hemû hevkarên wan ên zalim û serokên xaîn û quqla yên li ser dewletên Îslamê ne li ser serê wan xera bike. Em ji Rebbê xwe dixwazin ku bila xweşikahîyên ku dilê me rehet bike û rûyê me kêfxweş bike, ji me re îhsan bike.”
Sutçu di dawîya daxuyanîya xwe de weha got, “Bi vê wesîleyê em wek Platforma Nesla Quranê bi daxwazîya gihandina îdên ku hezkirîyên me gelek zêdene, Îda Remezana hemû xelkê xwe û alema Îslamê pîroz dikin. Em wisa hêvî dikin ku bila ev îd bibe destpêka xweşikahîyên ku li bendê ne.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst ku di hovîtîyê de sînoreke wan nîne, li Qudsê Hasan Saklananê 34 salîyê Rihayî bi çekê kuştin.
Xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Batmanê piştgrîyê dan çalakiyên Xezzeyê yên xwendekarên Amerîkayê û li şîddeta polîsan a li dijî xwendekar û akademîsyenan piştgrî didan çalakiyên Xezzeyê bertekê nîşan dan.
Li qeraxên Çeşmeya Îzmîrê 34 koçber hatin girtin û hatin derxistin bejayî.
Di êrîşên îsraîlê rejîma terorê ya li hin deverên Xezzeyê kir de 13 Filistînî şehîd bûn, 32 kes jî birîndar bûn.