Li Hetayê di encama qezaya qulipîna pîqaba ku karkerên cotkariyê vediguhast 21 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêbeja Reyhanli-Kirikxanê de pêk hat.
Li gor agahiyên hat bidestxistin, şifêrê pîqaba ku karkerên cotkariyê vediguhast kontrol winda kir û qulipî refujê.
Li ser agahdayinê ekîbên tendirustî û polîsan hatin sewqkirin li cihê bûyerê. Birîndar ji teref ekîbên tendirustiyê ve li ser linga hatin tedawîkirin, birîndarek jî hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikxanê.
Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Ofîsa Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serxwebûna Iraqê Merîwan Muhammed, daxuyand ku ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê pêvajoya serlêdana namzed û partîyên sîyasî hatîye dirêjkirin.
Li navçeya Rezana Dîyarbekirê di avahîyekî de şewat derket, 5 kes ji dûmanê tesîrdar bûn.
Alîkarê Serokê Weqfa Kerwana Hêviyê Erdal Elîbûyûk, diyar kir ku ew ê tevkariyê li zewaca ciwanên ku ji ber tengasiyên aborî nikarin bizewicin bikin.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Libnanê Necîp Mîkatî re bi telefonê axivî.