Li Selendîya navçeya Manîsayê di encama li hev qelibîna qemyonet û serwîsa mektebê de 9 xwendekar birîndar bûn.
Qeza, li Mehelleya Omûrlarê ya girêdayî navçeya Selendîyê pêk hat.
Li gor agahiyên ku hat bidestxistin, di encama li hev qelibîna qemyonet û serwîsa mektebê de 9 xwendekar birîndar bûn.
Birîndar, bi ambûlansan hatin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Salîhlîyê.
Di heqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Wezîrê Karên Derve yê Endonezyayê Retno Marsûdî ra got, "Weke Tirkîyeyê me biryar da ku em mudaxilê doza ku Afrîkaya Başûr li dijî îsraîlê li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî hatiye vekirin bibin."
Ramazan Saklanan ku birayê Hesen Saklananê ku li Qudsê ji teref rejîma îşxalker a sîyonîst ve hatîye şehîdkirin e, îfade kir ku birayê wî bi armanca gerê çûye Qudsê û li wê derê şehîd ketîye.
Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, destnîşan kir kur li Stenbolê di Roja Piştgirî û Keda 1ê Gulanê de 210 çalakîsazên ku hişyarîya gohdar nekirin û xwestin ku xwe daxin Qada Taksîmê hatin binçavkirin.
Di çalakiya ku li Diyarbekirê di çarçoveya 1ê Gulanê Cejna Xebat û Piştevaniyê de hat lidarxistin de, ji bo Şehîd Hasan Saklanan ê ji Rihayê ku li Qudsê ji aliyê rejîma îşxalker ve hat qetilkirin, nimêja cenazeyê hat kirin.