Şaredarî û belediye ne şaxên partiyên sîyasî ne. Yên gel û xelkê ne. ji bo xizmetê ji herkesî re bike tu cudatiyê nake nav kesî.
Şaredariya Êlihê ya Demê ya ku dewama HDPê ye li gor van qeyd û bendan tevnegeriya. Piştî hilbijartinên herêmê qezenç kir dîsa vê saziyê qurbanê fikrûramanên sîyasî dike û ji xizmetê dûr dikeve.
Ji bo hezkirin û evîna Pêxember a xelkê Misilmanên Kurd asteng û man’i bike û bernameya mewlûdê nêye kirin, her astengiyê derdixin.
Şaredariya Êlihê ya Demê tu cewab û bersiv neda taleb û daxwazên însanî yên Weqfa Evîndarên Pêxember ên derheqê bernameya Mewlûda Nebî de.
Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember a Êlihê Kenan Çaplik, derheqê mijarê de beyan da û nerazîbûnê xwe nîşanê tewr û helwesta şaredariya Demê da.
Çaplik destnîşan kir, bi deh hezaran kes beşdarê Mewlûda Nebî dibin, beriya bernameyê me hin taleb û daxwazên însanî li şaredariyê kir û me got, bê pere welatiyan bibin qad û meydana bernameya Mewlûda Nebî. Bila cihên lawaboyên seyar bên avakirin. Digel me hefteyek berê murcaatê şaredariyê kir jî, tu bersiv û cewab ji me re nehat dayin. Lê ji me re gotibû wê bersivek niviskî bidin me.
Çaplik nerazîbûnê xwe nîşanê vê helwesta Şaredariya Êlihê ya Demê da û destnîşan kir, ev bernameyan êdî bûne bernameyên xelkê me, tewecuheke mezin ji van bernameyan re tên nîşandan. Divê herkes destek û tevakariyên xwe bidin van beranameyan.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îro piştî nimêja înê li bajarê Rihayê ji bo Hasan Saklanê welatiyê Tirkiyê ku li Qudsê ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve hatibû şehîd kirin, daxuyaniyeke çapemeniyê hat belavkirin.
Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir, ragihand ku 29 şikdarên ku bi kevir û daran li Qada Saraçhaneyê ji bo çûyîna Qada Taqsîmê êrîşî polîsan kiribûn hatin girtin.
32 endamên PKKyê ku li herêmên operasyona Pençe-Kîlît, Xwakurk, Gare û Heftanîn hatibûn tespîtkirin hatin kuştin.
Di operasyona ku li Licêya Diyarbekirê hat lidarxistin de 173 kîlo esrar hat bidestxistin.