Hat diyarkirin Serokê Şaredarîya Balişeyhê Hîlmî Şen û şofêrê wî yê meqamê di encama êrîşa çekdarî de canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Bûyer, li herêma qonitên TOKÎyê pêk hat.
Sûcdar E.Ş. bi çekê xwe; Hîlmî Şen (50), şofêrê meqamê Mîkayîl Çelîkkol (40), Omer Şengul (42), Koray Kaya (45) û mirovekî ku navê wî nayê zanîn birîndar kir.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Hat îfadekirin ku birîndar Hîlmî Şen û şofêrê wî Çelîkkol ku ji Nexweşxaneya Îxtîsasa Bilind a Kirikkaleyê re hatibûn rakirin, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.
Hat hînbûn ku tedawîya 3 birîndarên dinê hêj didome.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin yê ku êrîşê Hîlmî Şen kirîye xizmê wî ye.
Şen ku di 31ê Adarê de ji Partîya Refaha Ji Nû Ve ve wek serokê Şaredarîyê hatibû bijartin, di meha Tîrmehê de ji partîya xwe îstîfa kiribû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Yenîşehîra Bûrsayê xêrxwazek, zeytûnên xwe yên di baxçeya xwe de, ji Komeleya Bûrsa ya Karwana Hêvîyê re bexş kir.
Li navçeya Eyûbîya Rihayê tirek û mînîbûsek ku rêwî di nav de bûn li hev qelibîn, di encama qezayê de yek jê giran 10 kes birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku li navçeya Ekînoza Merelê di mezinahîya 3,7an de erdhejek pêk hat.