Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Îmîr: Divê ew kesên ku ji bo Xezzeyê beheneyan çêdikin li hember wehşeta li Sûdanê bêdeng nemînin
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr di daxuyaniya xwe ya derbarê şerê navxweyî yê li Sûdanê de diyar kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) li ser navê hêzên derve tevdigerin û êrîşên li dijî sivîlan sûcên şer in.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr derbarê şerê navxweyî yê li Sûdanê û îxlalkirina agirbestê yên li Xezzeyê de nirxandin kir.
Îmîr diyar kir ku HDK li ser navê hêzên biyanî şer dike û got, "Êrîşên li dijî sivîlan gihîştine asta sûcê şer ê eşkere." Îmîr her wiha bang li welatên navbeynkar kir ku agirbestê li Xezzeyê bicîh bînin.
"Ew hewl didin ku gelê Sûdanê bi rêya birçîbûn û dorpêçkirinê tune bikin"
Huseyîn Îmîr, Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê, diyar kir ku pevçûna berdewam a di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) de li Sûdanê welat ber bi felaketeke mezin ve biriye û got, "Ji destpêka şer ve, bi deh hezaran kesan canê xwe ji dest dane, zêdetirî 12 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûne û zêdetirî 30 mîlyon kes jî hewcedarê alîkariya xwarinê ne. Aboriya welat hilweşiyaye, binesaziya bingehîn bêfonksiyon bûye û xelk bêçare mane. Êrîşên li ser sivîlan li el-Feşîrê, ku HDK, li ser navê hêzên biyanî şerekî wekaletê dimeşîne, vê dawiyê girtiye, komkujiyên li bajêr û siyaseta dorpêçkirinê ya ku wê pêk aniye, gihîştine asta sûcê şer ê eşkere."
"Divê alema Îslamê hem li hember Xezzeyê û hem jî li hember Sûdanê bêdeng nemîne"
Îmîr xwest ku piştgiriya derve ya ji bo HDKê bi dawî bibe û got, "Çavkaniyên xwezayî yên dewlemend ên wekî petrol û zêr ne ji bo xweşguzeraniya gel, lê ji bo têkoşîna desthilatdariyê ya partiyan bi piştgiriya hêzên derve veguheriye amûran. Di vê nuqteyê de, divê civaka navneteweyî û aktorên herêmî, nemaze alema Îslamî, bêdengiya xwe bişkînin. Divê ew kesên ku ji bo Xezzeyê beheneyan çêdikin li hember vê hovîtiya li Sûdanê bêdeng nemînin. Divê êrîş, dorpêçkirin û polîtîkayên birçîbûna HDKê bi lez û bez werin rawestandin û divê hemû piştgiriya derve ya ji bo vê rêxistinê were qutkirin."
Îmîr bang li welatên Îslamî kir ku helwesteke hevpar bigirin û got, "Divê welatên Îslamî li dijî van êrîşên nemirovane yên li dijî gelê Sûdanê bi lez û bez tedbîran bigirin; divê ji bona ku alîkariya mirovî bigihînin, dorpêçê rakin û sivîlan biparêzin ew gavên berbiçav bavêjin."
"Gelê Xezzeyê careke din ji ber birçîbûn û zilmê neçar tê hiştin ku teslîm bibe"
Îmîr tekez kir ku înîsiyatîfa qaşo ji nû ve avakirinê ya ku ji hêla Emrîkayê û rejîma sîyonîst ve hatîye plankirin, di rastiyê de armanc dike ku Xezzeyê bike du beş û got, "Ev plan projeyek kolonyalîst e ku alîkariya mirovî bi şert û mercên sîyasî ve girêdide, tesîrê Xezzeyê dike du beş û nifûsê bi cezayên kolektîf re rû bi rû dihêle. Di demekê de ku beşek ji Xezzeyê bi tevahî dikeve bin kontrola hêzên îşxalker, alîkariya li deverên ku komên berxwedana Filistînî lê ne bi 'çekdanînê' û 'vekişîna ji hikûmetê' ve tê şertkirin. Ev ne aştî ye; ew êrîşek e ku armanca wê şantaj û zorê ye."
Îmîr diyar kir ku rejîma îşxalker a sîyonîst her agirbestê ji bo berjewendiya xwe bikar tîne û ji her kesî re bi bîr xist ku di êrîşên dawî de herî kêm 100 sivîl hatine qetilkirin. Îmîr got, "Ji aliyê din ve, Emrîka hewl dide ku bi îddîaya ku êrîşên dawî yên rejîma îşxalker 'tolhildan' ji bo kuştina leşkerekî siyonîst li Refahê bû vê wehşetê rewa bike. Li hember vê rewşê, bêdengiya şermîn a welatên navbeynkar dê wekî lekeyek tarî di dîrokê de bimîne."
"Divê welatên navbeynkar êdî şermezar nekin, lê divê tedbîran bigirin"
Huseyîn Îmîr diyar kir ku divê civaka navneteweyî û bi taybetî welatên Îslamî gavên berbiçav derbarê Xezzeyê de bavêjin û got, "Welatên navbeynkar divê êdî berpirsiyariyên xwe bi peyamên şermezarkirinê, lê bi gavên pratîkî û girêdayî bicîh neynin. Ji bo pêşîgirtina li vê îşxalê, ku siyonîst bi berdewamî bi xwînrijandinê zêde dikin, divê zexta astengkirinê were kirin û divê artêşa îşxalker tavilê were rawestandin. Tevî agirbestê jî, dagirkerî li Xezzeyê û Şerîaya Rojava berdewam dike. Zextên raya giştî rejîma îşxalker a sîyonîst neçar kir ku agirbestê qebûl bike. Ji ber vê yekê, divê mirovên wijdanî yên ku ji 7ê Cotmehê ve meydanan tijî kirine, bi înîsiyatîfên mîna Fîloya Sumud û Fîloya Azadiyê dîsa bikevin tevgerê da ku dorpêçê bişkînin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li navenda giştî ya partîya xwe Serokê Giştî yê Partîya Komela Dadwerî ya Kurdistanê Alî Bapîr kir mêvan.
Li Gebzeya Qocaelîyê avahîyekî 7 qatî hilweşîya, di encamê xebatan de cenazeya dê û bav jî hat dîtin, bi tevî vêya hejmarê wefatîyan derket 4 kesan.
Li navçeya Gebze ya Qocaeliyê avahiyek heft qatî hilweşiya. Waliyê Qocaeliyê Îlhamî Aktaş ragihand ku malbatek ji pênc kesan di hundirê avahiyê de ye. Lêkolînan eşkere kir ku du kes mirine. Hewldanên ji bo dîtina endamên din ên malbatê berdewam dikin.