Ji teref HUDA PARê ve ji bona ku welatîyên dualî yên ku beşdarî qetlîama Xezzeyê bûne welatîbûna wan bê betalkirin û ew bêne cezakirin pêşnîyaza qanûnê hatibû pêşkêşkirin û ew pêşnîyaz ji bona ku di Meclîsê de bê gotûbejkirin hatibû qebûlkirin, ji ber vê yekê tê hêvîkirin ku ew pêşnîyaz vê hefteyê bê Meclîsê û bê gotûbejkirin.
HUDA PARê pêşnîyaz dabû ku bila mirovên ku sûca qirkirinê û sûcên ku li hember însanîyetê tê kirin ne tenê ji teref Wezareta Edaletê ve doz bê vekirin û li Tirkîyeyê bêne darazandin, wan mirovên ku beşdarî sûcê bûne bila ji welatîyê bêne derxistin û dest li ser malê wan bê dayîn. Ew pêşnîyaz ji bona ku di Sazîya Giştî ya Meclîsê de bê gotûbejkirin hatibû qebûlkirin.
Tê hêvîkirin pêşnîyaza qanûnê ku ji sireya 158emîn hatibû çapkirin û ji parlamenteran re hatibû belavkirin ew ê vê hefteyê bê Sazîya Giştî.
Encax ger ku pêşnîyaza qanûnê di Sazîya Giştî de, ji pêşîya sireyê ya rojevê re neyê girtin ew ê hevdîtina pêşnîyazê herî kêm 2 meh paşê bê gotûbejkirin.
HUDA PARê, dixwaze ku bila ev pêşnîyaz ji sireya pêş re bê girtin heta ku Meclîs neketîye betlaneyê bila bê qebûlkirin.
Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli di daxuyanîya ku doh belav kiribû de, got ku ew dixwazin bila hevdîtina ev pêşnîyaza qanûnê ji sireya pêş re bê girtin û heta ku Meclîs neketîye betlaneyê bê qanûnîbûn, ji bo van daxwazîyan Ramanli bang li partîyên sîyasî kiribû.
Xelkê Tirkîyeyê jî dixwaze ku bila ev pêşnîyaz bi lez û bez bê qannûnîbûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Battalgazîya Meletîyê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan birîndar bûn.
Di Dadgeha Yalovayê de di navbera du komên ku ji dozê derdiketin de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 2 kes birîndar bûn 9 kes jî hatin girtin.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, bi minasebeta salvegera 50emîn ya Tevgera Aştî ya Qibrisê çû Komarîya Tirk a Kibrisa Bakur.