Walîtiya Stenbolê: Li peravên Silivriyê du keştî li hev ketin; 10 endamên ekîbê winda ne
Du keştîyên bazirganî yên bi ala Tirkîyê li peravên navçeya Silivriyê ya Stenbolê li hev ketin. Piştî qezayê, li ser yek ji keştîyan ti zirara berbiçav nehat dîtin, her wiha bi keştîya din û 10 endamên ekîba wê re têkilî nehat danîn. Li herêmê bi karanîna çavkaniyên deryayî û hewayî operasyona lêgerîn û rizgarkirinê hatiye destpêkirin.
10 endamên ekîbê, piştî ku du keştîyên bazirganî yên bi ala Tirkiyê li peravên navçeya Silivriyê ya Stenbolê li hev ketin, winda ne.
Li gorî daxuyaniyek ji Walîtiya Stenbolê, qeza li dora saet 03:00, bi qasî 18 mîlên behrê li başûrê Silivriyê qewimî.
Keştiya bazirganî ya bi ala Tirkîye ALSU ku ji Kocaeliyê ber bi Alağayê ve diçû û keştiya bazirganî ya bi ala Tirkiyê TUĞBERK İMAMOĞLU ku ji Bendera Îskenderûnê ber bi Karadeniz Eregli ve diçû, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn li hev ketin.
Gelek ekîbên taybet ji bo herêmê hatine şandin
Piştî xeberdayînê, gelek yekîneyên behrê ji Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Peravê û Fermandariya Herêma Marmara û Tengava Parastina Peravê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Helîkopterên Fermandariya Ewlekariya Peravê jî beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn.
Lêkolînên destpêkê yên ekîbên ku gihîştin cihê bûyerê nîşan dan ku ti zirara berbiçav li ser keştiya bi navê ALSU tune bû.
Lêbelê, hîn bi keştiya bi navê TUĞBERK İMAMOĞLU, an jî bi 10 endamên ekîba di nav keştiyê de têkilî nehatiye danîn.
Ekîbên ewlehiya peravê û yên behrê ji bo gihîştina keştî û ekîba windabûyî, li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Sêrtê di bernameyekê de ku bi ciwanan re civiya axivî û got ku "Ew ê ji bo piştgirî an çepikên yên din nirxên ku ew bawer dikin terk nekin."
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, di zikê du welatiyên Îranî de 763.17 gram eroîn hat desteserkirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ku ji bo gelek hevdîtinan hatibû Sêrtê, bi endamên çapemeniyê, rêberên raya giştî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û akademîsyenan re civiya.