Weqfa Evîndarên Pêxember ji bo Xezzeyê bang li Welatên Garantor kir
Weqfa Evîndarên Pêxember, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya ku li Diyarbekirê li dar xist, bal kişand ser şert û mercên giran ên zivistanê, dorpêça berdewam û îxlalkirinên agirbestê yên li Xezzeyê û bang li welatên garantor û saziyên navneteweyî kir ku bi lezgînî bikevin tevgerê.
Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Evîndarên Pêxember a Dîyarbekirê Îbrahîm Yaz ku li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê li ser navê weqfê daxuyanî xwend, diyar kir ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di encama êrîşên berdewam de li Xezzeyê binesazî bi temamî hilweşiyaye û bi milyonan mirov ji cih û warên xwe bûne.
"Konbajaran bi temamî bûne cîhên ku lê nayê jiyîn"
Yaz destnîşan kir ku baranên dijwar, bahoz û sermaya zivistanê gelê ku di konên nebaş de têkoşîna jiyanê dide bi felaketeke mezin re rû bi rû hiştiye. Wî anî ziman ku pitik, zarok û nexweş li hemberî birçîbûn, nexweşiyên şewbê û sermayê li ber xwe didin.
Yaz girtina korîdorên alîkariya mirovî wekî sûcê şer û mirovahiyê bi nav kir û ev bang li welatên garantor, Neteweyên Yekbûyî û cîhana Îslamê kirin:
“Divê mekanîzmayên zextê bikevin dewrê
Welatên garantor divê ji peyamên şermezarkirinê wêdetir herin û ji bo pêkanîna tam a şertên agirbestê û rakirina dorpêçê tavilê amûrên zexta dîplomatîk û siyasî bi kar bînin.
Divê alîkariyên zivistanê bênavber bêne gihandin
Ketina kon, konteyner, sotemenî, xurek û kelûpelên tenduristiyê ya bo herêmê divê bêyî tu astengî bi lezgînî bê temînkirin.
Divê ji nû ve avakirin dest pê bike
Ji bo vegera ewle ya gelê Xezzeyê ya li malên wan û rakirina kavilan, divê planeke çalakiyê ya girêdayî demê bê amadekirin.
Divê cezayên şênber bêne sepandin
Rêxistinên navneteweyî û welatên Îslamê divê bêdengiya xwe bişkînin û ji bo şikandina dorpêçê gavên sîyasî û aborî bavêjin.”
Daxuyanî bi banga li hemû saziyên civaka sivîl û xwediyên wijdanê bi dawî bû ku beriya dereng bikeve ji bo pêçandina birînên gelê Xezzeyê bikevin tevgerê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li ser rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de qezayeke trafîkê rû da û li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 6 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Tirkîye, erêkirina Peymana Mekkeyê ku ji bo Parastina Hevpar ê ku di navbera Pakistan û Erebistana Siûdî de hatîye îmzekirin mumkin dîtîye. Peymana ku di 7ê Tebaxê de li Mekkeyê hatîye îmzekirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket merîyetê.
Tê texmînkirin ku bayê li Stenbolê tesîrdar e îro piştî nîvroyê ji bahozê re vegere. Germahî jî ew ê 6 û 8 pile bikeve, ji ber ba, baran û zîpikan hişyarîya qoda zer hat dayîn.