Weqfa Êtîman ku li gelek navçe û dervayê welat fealiyetên xêrxwaziyê dike, rapora fealiyetên xwe yên Meha Remezanê eşkere kir.
Li ser navê weqfê Koordînatorê Giştî ya Weqfê Cemîl Cahît Unsal rapor xwend.
Unsal got ku wan giringiyê daye alîkariyan li sêwî, feqîr û mexdûrên şer û karesatan belav bikin û çalakiyên xwe bi piştevaniya xêrxwazan pêk bînin.
Unsal da zanîn ku di Meha Remezanê nava welat de bi qasî 6 milyon û 255 hezar û 135 TL alîkarîya xurek, qirtasîye û yên dinê li gelek malbatan hatiye belavkirin.
Unsal da zanîn ku wan bi nirxê 6 Mîlyon û 140 hezar û 350 TL alîkarî li derveyî welat belav kirine.
Li gorî raporê di Meha Remezanê de bi giştî 12 milyon 395 hezar 485 TL hat belavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya daxuyand ku di çarçoveya Micadeleya Li dijî Tacizkirina Zarokan a Înternetê de li 77 bajaran di operasyona hemwext de 156 şikbar hatin girtin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Bazirganîyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ji tedbîrên kud i pileya dewletê de hatîye girtin de derbasî merhaleya duyemîn hatîye kirin, minasebetên îxracat û îthalat yên bi îsraîlê re hatine sekinandin.”
Li Aksarayê otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 34 kesan jî birîndar bûn.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di Navenda Giştî yê AK Partîyê de qebûl kir û bi wî re hevdîtinê kir.