Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Weqfa Êtîman a ku ji bo êtîm, sêwî û feqîran fealîyetên alîkariyê dike, wekî her carê îsal jî êtîmên Xarpêtê ji bîr nekir û di çarçoveya qampanyaya "Montek, Botek" de ji 150 êtîman re cil û berg peyda kirin.
Weqfa Êtîman, ku li çaralîyê cîhanê ji bo êtîm, sêwî û feqîran bi alîkariyan, bi giranî xwarin, çalakiyan li dar dixe, beriya zivistanê li Xarpêtê pêdivîyên cil û bergan ên 150 êtîman peyda kir.
Wekî her sal, Weqfa Êtîman îsal jî qampanyaya "Montek, Botek" da destpêkirin, bi temînkirina pêdiviyên cil û berg û pêlavan ên 150 êtîman ji Xatpêtê, ji bo bindestan hêvî peyda kir.
Temsîlkarê Xatrpêtê yê Weqfa Êtîman Yavuz Oner, derbarê alîkarîya berdewam de got, "Wekî Weqfa Êtîman, me bernameyek alîkariyê ya watedar da destpêkirin da ku berî mehên dijwar ên zivistanê bişirînin ser rûyê sêwiyên hewcedar û wan ji sermayê biparêzin. Di çarçoveya qampanyaya me ya "Montek, Botek" de, me alîkariya cilên zivistanê da 150 Êtîman. Me kartên kirînê yên ku li gorî lîsteya hewcedariyên weqfa me bi baldarî hatine hilbijartin amade kirine, da wan. Me kartên xwe dan wan ji bona ku cilên zivistanê yên bingehîn ên wekî pêlav, mont, swêter, şalwar, şapik û lepikan bikirin. Armanca me ya bingehîn ew e ku her sêwiyek bi hêvî li pêşerojê binêre û di malek germ de xwe ewle hîs bike."
Oner spasiya xwe ji xêrxwazan re ji bo bexşên wan anî ziman û got, "Bi piştgiriya xêrxwazên me yên dilnizm, me karî ji bo 150 zarokan stargehek zivistanê peyda bikin. Em spasiya xwe ya ji dil ji hemî xêrxwazên xwe re dikin. Wekî Weqfa Êtîman, em armanc dikin ku bi hewildanên xwe yên alîkariyê di tevahiya salê de bigihîjin bêtir Êtîman. Piştgiriya we, xêrxwazên me yên hêja, ji bo berdewamiya van qampanyayan pir girîng e. Ger hûn dixwazin zivistana zarokekî germ bikin û piştgiriyê bidin pêşeroja wan, em hêvî dikin ku hûn bi bexşên xwe bi me re têkilî daynin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisa Mezin a Tirkîyeyê li dar xist de pirsgirêkên Dîyarbekirê anî ziman. Dînç diyar kir ku divê di navbera Dîyarbekir û Stenbolê de xeta trênê ya bilez were vekirin.
Derket holê ku dizkarê ku li Ofîsa Depokirina Dadgeha Buyukçekmeceyê dixebitî, bi qasî 25 kîlogram zêr û 50-55 kîlogram zîv dizî kiriye û bi malbata xwe reviyaye Îngilîstanê.
Parlamenterê HUDA PARê û Serokê Polîtîkayên Ciwanan Faruk Dînç diyar kir ku tiryakfiroşî pêşeroja ciwanan tarî dike û ew ê di panela ku ew ê di 7ê Kanûnê de li Dîyarbekirê li dar bixin de hewlên xwe yên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bidomînin.