Wezîr Fîdan bi rayedarê HAMASê Hayye re hevdîtin kir

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di hevdîtina xwe ya bi Endamê Buroya Siyasî ya HAMASê Xelîl El-Hayye de rewşa dawî ya li herêmê û hewldanên agirbestê nirxand.
Tirkiye ji bo bidawîkirina êrîşên sîyonîst ên ser Xezzeyê û ji bo temîmkirina agirbesta daîmî xebatên xwe didomîne.
Di vê çarçoveyê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan bi Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Xelîl El-Hayye re li ser telefonê axivî.
Di hevdîtinê de rewşa dawî ya Xezzeyê û gavên ji bo kêmkirina krîza mirovî ya li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî çavkanîyên dîplomatîk, di hevdîtinê de Fîdan îradeya Tirkiyeyê ya ji bo bidawîkirina pevçûnên li herêmê û parastina sivîlan dubare kir.
Ev hevdîtina Hakan Fîdan, weke berdewamiya têkiliyên Tirkiyê yên bi HAMASê re tê nirxandin.
Berîya niha Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Îbrahîm Kalin bi rayedarên HAMASê re gelek hevdîtin kiribû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêberê Cemaata Hîzbulllah Muhterem Edîp Gumuş, bi minasebeta Eyda Remezanê peyamek belav kir, di peyamê de weha got, “Rebbê min bila fikirandina li ser oxira muqedesat, xebata bihevre, cîhada bihevre û qezenckirina zeferên bi hev re bike nisîbê me.”
Weşanxaneyekî li Dîyarbekirê, li ser bardaxên ku difirotin derheqê zewacê de nivîsên wek; “Mirin û koletî” nivîsand, ev rewş li ser medyaya civakî bû sedema berteka civakê Kurd.
Weqfa Êtîman bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek parve kir û diyar kir ku li tevahiya alema Îslamê şahiya eydê derbas dibe, ji ber qetlîam û qirkirina li Xezzeyê dewam dike ev şahî ji xemgîniyê ye veguherî ye.
Serokatîya Karên Dîyanetê, bajêr bi bajêr seatên nimêja Eydê daxuyand. Wê li her bajarî seat ne wek hev bin.