Wezareta Bazirganiyê, îstatîstîkên îxracatê ya bajaran a meha Nîsanê ya îsalê îlan kir.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, rêza îxracata li gorî bajaran ku di meha nîsana îsal de hatine kirin wiha ye;
Stenbol bi kêmbûna ji sedî 6,6 û 4 milyar û 75 milyon dolarî di rêza yekem de ye.
Qocaelî bi zêdebûna ji sedî 2,9 û 2 milyar û 439 milyon dolarî di rêza duyemîn de, Îzmîr jî bi zêdebûna ji sedî 2,8 û 1 milyar û 843 milyon dolarî di rêza sêyemîn de ye.
Bursa ji sedî 0,9 zêdebûn û bi 1 milyar û 309 milyon dolarî di rêza çaremîn de, Tekîrdag jî ji sedî 12,7 kêmbûn û bi 894 milyon û 349 hezar dolarî va di rêza pêncemîn de ye.
Dema ku li ser bingeha parêzgehên çalakiyê di Nîsana 2024an de li gorî heman meha sala borî zêdebûna herî zêde ya îxracatê tê lêkolîn kirin.
Xetay bi 217 milyon dolarî di rêza yekemîn de ye.
Sakarya bi 83 milyon dolarî di rêza duyemîn de ye
Çorum bi 78 milyon dolarî sêyemîn parêzgeha e
Mêrsîn bi 75 milyon dolarî di rêza çaremîn de ye.
Qocaelî bi 69 milyon dolaran parêzgeha pêncemîn e.
Di Nîsana 2024an de li gorî heman meha sala borî; Îxracat ji sedî 0,1 zêde bû û derket 19 milyar û 271 milyon dolarî, di heyama Çile-Nîsana 2024an da îxracat ji sedî 2,7 zêde bû û derket 82 milyar û 873 milyon dolarî.
Di heyama Çile-Nîsana 2024an de li 17 bajarên zêdetirî milyarek dolar îxracat, li 54 bajaran jî îxracat zêde bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dolar, di serê yê 19ê Nîsanê de bi 32,59 TLyî tê firotan.
Dolar, di serê sibê yê 16ê Nîsanê de bi 32,43 TLyî tê firotan.
Ofîsa Dexlên Axê (TMO) fîyeta standina garisê li serê tonê 6 hezar lîre diyar kir.
Banka Navendî ya Sûriyê, di nav rewşa xirab a aborî de nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolarê Amerîkî nêzîkî ji sedî 30 daxist.