Ofîsa Dexlên Axê (TMO) fîyeta standina garisê li serê tonê 6 hezar lîre diyar kir.
Di daxuyanîya ku ji TMOyê ve hat belavkirin de, çandinîya garisê ji serê hefteya ewil a meha Tebaxê li Edene û Hetayê dest pê kirîye, li giştîyê welat jî li gorî daneyên îro di pileya ji sedî 8 de ye.
TMO di standina garisan de van agahîyan belav kir:
“Ji cotkarên ku ji Sîstema Qeydê Cotkaran re qeydkirîne re ew ê hemû mîqtara ku di belgeyên wan de dinivisîne wê bên standin.
TMO, ew ê hemû dikan û depoyên lîsanskirî yên ku bi wan re protokol hatine îmzekirin yên li giştîyê Tirkîyê fealîyeta standinê bikarbîne.
Şîrketên depovanîya bi lîsans ên ku bi TMOyê re protokolê îmze kirine ew ê di sîteya înternet a www.tmo.gov.tr de bên weşandin, cotkarên me jî ew ê hilberîna xwe ya ku teslîmê depoyan kirine bi Seneda Hilberêna Elektronîk (ELÜS) dikarên ji TMOyê re bifroşin.
Sîstema randevûyî ya ku TMO, ji bona ku cotkaran li ber dikanan zêde nesekinin daye destpêkirin jî berdewam dike.
Randevuyan ji sibe pê ve (23 Tebax 2023 - saat 10:00) ew ê bên standin, ew ê van standinan jî di dikanên TMOyê de wê di 24.08.2023ê pê ve, ji ser dikanên bi lîsanskirî jî dîsa bi tevî randevûyê ew ê di 28ê Tebaxa 2023an de dest pê bike.
Dayîna heqê hilberînan jî piştî teslîmata hilberînê ewê di nav 30 rojan de ji hîsaba banke ya cotkaran re bê razandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dolar, di serê yê 19ê Nîsanê de bi 32,59 TLyî tê firotan.
Dolar, di serê sibê yê 16ê Nîsanê de bi 32,43 TLyî tê firotan.
Banka Navendî ya Sûriyê, di nav rewşa xirab a aborî de nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolarê Amerîkî nêzîkî ji sedî 30 daxist.