Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir got ku, di 10 mehên dawî de 2 hezar û 991 şikdarên DAÎŞê hatin qefaltin, 718ê wan jî hatin girtin.
Wezîr Yerlîkaya diyarkir ku di 7 bajaran de bi navê “Bozdogan-29” li dijî DAÎŞê operasyon hatina li darxistin.
Di operasyonan de 23 şikdar hatin qefaltin.
Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir li ser medyaya civakî got ku, di navbeyna 1ê Hezîran 2023an-22ê Nîsana 2024an de li dijî DAÎŞê 1422 operasyon hatin kirin.
Di operasyonan de 2 hezar û 991 şikdar hatin qefaltin, û got ku, “Ji wan 718ê şikdar hatin girtin, 566ê wan jî bi qontrola edlî hatin berdan.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li xeta sînor a Wanê di lêgerînê de 48 kîlo û 234 xram tiryak hat bidestxistin.
Li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê barîna zîpika zirar da zeviyên çandiniyê û darên ku kulîlk vedabûn.
Di amadekariyên bernameya Mewlida Nebî de ya bi temaya “Rêberê Cîhadê Hz. Muhammed” ku wê ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve roja Yekşemê 5ê Gûlanê bê lidarxistin, derbasî qonaxa dawî bûn.
13 saziyên sivîl ên girêdayî AKÇEP'ê (Çembera Parastina Malbatê) di çarçoveya Komîsyona Jinan a Platforma Piştevanî û Biratiya Îslamî ya Çewligê de li dijî karesata mirovî ya li Xezeyê bazareke hevpar a fedayî li dar xist.