Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu weha got, “Em wisa bawer dikin û zanin ku zilm heta dawîyê berdewam nake û miheqqeq heq ew ê li ser batil xalîb were.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi minasebeta Îda Remezanê peyamek belav kir, Yapicioglu di peyama xwe de weha got:
“Xûşk û birayên min ên ezîz! Ez we bi hûrmet û mihebbetê silav dikim, Îda we ya Remezana bimbarek bi can û dil pîroz dikim. Rebbê min bila ji alîyê xwe îbadet û duayên we ku di Meha Remezanê de kirine qebûl bike.
Di dewra zêdebûna zilm û bêedaletîya kûrewî de micadeleya ji bo îqama heqîyê û tesîskirina edaletê ji bo însanîyetê wezîfeya herî mezin e. Ji bona ku em vê wezîfeyê bi layiqî bi cîh bînin divê em tev bi hev re bibin yek û bi benê Xwedê re xwe hembêz bikin. Em wisa bawer dikin û zanin ku zilm heta dawîyê berdewam nake û miheqqeq heq ew ê li ser batil xalîb were.
Bi wesîleya Îda Remezana bimbarek ji Rebbê xwe daxwaz dikim ku bila şîyarbûn û rabûna ku bibe wesîleya tesîskirina edaletê, zêdebûna xûşk û biratîya me ji me re litf bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ulemayên ku berpisyarîyên Misilmanan ên li dijî qetlîamên rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê bibîr dianîn, binxêz kirin ku boykota li ser malên îsraîl û destgirên wan, li ser alim û amîran berpisyarîyeke.
Rejîma îşxalker a sîyonîst ku di hovîtîyê de sînoreke wan nîne, li Qudsê Hasan Saklananê 34 salîyê Rihayî bi çekê kuştin.
Xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Batmanê piştgrîyê dan çalakiyên Xezzeyê yên xwendekarên Amerîkayê û li şîddeta polîsan a li dijî xwendekar û akademîsyenan piştgrî didan çalakiyên Xezzeyê bertekê nîşan dan.
Li qeraxên Çeşmeya Îzmîrê 34 koçber hatin girtin û hatin derxistin bejayî.