Rêvebiriya CHPÊ yên li cihên qezenç kirine tabelayên Erebî jê dikin. Piştî hilbijartinên 31ê Adarê hin şaredarî guherî û ketin destê CHPê ku karê ewil daxistina tabeleyên Erebî bû.
Zulma îqtîdara CHPê hêj tên xeberdan û axaftin. Di vê çarçoveyê de li hin bajaran hin bûyer ji teref şaredariyên CHPê ve tên kirin ev yek jî dibe sebaba tirs û endîşeya xelkê.
Piştî hilbijartinan, şaredariyên CHPê karê xwe yên ewil ji jêkirina tabeleyên Erebî yên kargehan dest pê kir. Herwiha posterên Erebî jî jê kirin.
Lêbelê rêvebiriyên şaredariyên CHPê dest li tabeleyên Îngîlîzî û zimanên din neda. Digel vê yekê derheqê tabeleyên zimanê xeynî Tirkî de tu qanûn, yasa û rêvebirname tune ye. Lê tenê dest dan ser tabeleyên Erebî. Ev yek jî bû sebaba nerazîbûnan.
Derheqê mijarê de Serokê Giştî yê Dîyanet senê Alî Yildiz bal kişand ser zîhniyeta şaredariyên CHPê û got: “CHPê di propagandayên xwe de behsa ked û azadiyê dikir. Lê piştî şaredarî bidest xistin, berevajî tevdigerin. Bi deh hezaran karker ji kar derxin. Piştî hilbijartinên herêmê yên bidest xistine, vê yekê tiştekê nû bi lez û bez hat destpêkirin. tabeleyên Erebî yên kargehan jê kirin û daxistin.”
Yildiz di berdewama axavtina xwe de got ku mesele ne ziman e, eşkere ye ku mesele dîn e û wiha got: “Ji ber vê yekê ger meseleya wan ziman e wê demê bial tabelayên Îngîlîzî, Fransî, Yûnanî, Çînê, Japonî û Rûsî jî daxîne Û jêbikin. Gelek tîcaretxane bi vê zimanê hatine vekirin. Lê tu mueyyîde li ser van cihan nayê dayin. Tevgerek ji bo van cihan tuneye. “(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îro piştî nimêja înê li bajarê Rihayê ji bo Hasan Saklanê welatiyê Tirkiyê ku li Qudsê ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve hatibû şehîd kirin, daxuyaniyeke çapemeniyê hat belavkirin.
Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir, ragihand ku 29 şikdarên ku bi kevir û daran li Qada Saraçhaneyê ji bo çûyîna Qada Taqsîmê êrîşî polîsan kiribûn hatin girtin.
32 endamên PKKyê ku li herêmên operasyona Pençe-Kîlît, Xwakurk, Gare û Heftanîn hatibûn tespîtkirin hatin kuştin.
Di operasyona ku li Licêya Diyarbekirê hat lidarxistin de 173 kîlo esrar hat bidestxistin.