Zarok û malbat di çalakiya parqê ya Tevgera Dawet û CIwanan de hatin cem hev
Tevgera Dawet û Ciwanan li meydana Hazretî Suleyman a li navçeya Sûrê ya Dîyarbekirê ji bo malbat û zarokan çalakiyek li parqê li dar xist.
Çalakiya parqê ya ku ji hêla Tevgera Dawet û Ciwanan a li Dîyarbekirê ve li Hazretî Suleyman a li navçeya Sûrê hate lidarxistin, hejmareke mezin ji malbat û zarokan beşdar bûn.
Berî ku bername dest pê bike, zarok û malbatên wan li qadên lîstikê yên li qada çalakiyê hatine amadekirin demek xweş derbas kirin, her wiha çalakiyên cûrbecûr ên civakî jî hatin lidarxistin.
Bernameya ku bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir, bi îlahyên ku ji hêla Koma Tevgera Dawet û Ciwanan ve hatine pêşkêş kirin berdewam kir.
Şanoya Hacivat û Karagoz ku ji aliyê koma şanoyê ya "Dîmenên ji Sûrê" ve di çalakiyê de hat pêşkêşkirin, ji aliyê zarokan ve eleqeyek mezin dît.
Cengîz Aydin Xoce di bernameyê de axivî û diyar kir ku dema wî xebata Tevgera Dawet û Ciwanan dît, ayeta 13emîn a Sûreya Kehf hat bîra wî û bi bîr xist ku muşrîqên Mekkeyê ji Resûlê Xwedê xwestine ku çîroka Eshabê Şikeftê wekî delîlek ji bo pêxembertiya wî vebêje.
Piştî axaftina Cengîz Aydin Xoce, bername bi govendeke gelêrî ya kevneşopî ku ji aliyê ciwanên deverê ve hat pêşkêşkirin û bi îlahîyên ku ji aliyê Dervîş Madsor, hunermendê Ajansa Ozlemê ve hatin gotin, bi dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêveberiya Mafên Mirovan û Karûbarên Hiqûqî ya HUDA PARê, di salvegera Qetliama Zîlanê de daxuyaniyek weşand û got, "Bi navê edalet, rastî û aştiya civakî, em rayedarên dewletê vedixwînin ku bi vê berpirsiyariya dîrokî re rû bi rû bimînin."
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Komeleya Ahbapê dimeşîne de, ji bo serokê komeleyê Haluk Levent fermana girtinê hat dayîn.
Li navçeya Yeşilyurt a Meletîyê, di qezaya trafîkê ya ku du wesayît tê de bûn de şeş kes birîndar bûn.