Logoya "Partîya Nû" ya Ozgur Ozel eşkere bû
Piştî nakokiyên navxweyî yên demdirêj di nav CHP de, "Partîya Nû" ku di bin serokatiya Ozgur Ozel de hatiye damezrandin, derketiye ser dikê. Hat ragihandin ku 91 parlamenter tevlî damezrandina nû bûne û logoya partiyê li ser medyaya civakî dest bi parvekirinê kiriye.
Piştî krîza serokatiyê di nav CHP de, Ozgur Ozel, ligel parlamenterên din, partiyeke nû ya sîyasî ava kir. Hat ragihandin ku pêvajoya damezrandina partiya nû, bi navê "Yeni Parti" (Partiya Nû), qediya ye û 91 parlamenterên ku ji CHPê veqetiyane di nav endamên damezrîner ên wê de ne.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di demekê de ku pêvajoyên îstifaya parlamenteran temam bûn, Ozgur Ozel jî endamtiya CHPê hişt û serlêdana damezrandina partiya nû îmze kir.
Bi tevlîbûna 91 parlamenteran bo partiya nû, tê çaverêkirin ku "Partiya Nû" rola muxalefeta sereke li Meclîsê bigire ser xwe. Tê dîtin ku dabeşbûna di nav CHPê de ew ê bibe sedema guhertinên girîng di hesabên parlementoyê de. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Krîza ku piştî nîqaşên "bêencamiya mutleq" di CHPê de dest pê kir, veguherî pêvajoya avakirina saziyeke sîyasî ya nû. Hat ragihandin ku Ozgur Ozel bi îmzekirina belgeyên damezrandinê yên partiya nû CHP terikandiye û nêzîkî 90 parlamenteran jî ji partiyê îstifa kirine û bûne yek ji damezrînerên vê sazîyê.
Kongreya Asayî ya 5emîn a 12 rêxistinên navçeyan ên girêdayî Serokatiya Bajêra Enqereyê ya HUDA PARê bi dawî bû û rêveberiyên nû di serokatiya navçeyan de hatin diyarkirin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind îtîraza CHPê bi hinceta "bêencamiya mutleq" red kir.