Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di çar hefteyan de li cîhanê mirina ji ber Coronavirus (Covid-19) ji sedî 13 zêde bûye.
Li gorî daxuyaniya WHO, ji 26ê Kanûnê heta 22ê Çileyê 11 milyon û 44 hezar û 336 kes bi Covid-19ê ketine, 55 hezar û 108 kes jî mirine.
Li gorî 28 rojên borî hejmara pêketiyan ji sedî 25 kêm bû û hejmara miriyan ji sedî 13 zêde bû.
Di van hefteyan de bi 3 hezar û 922 kesan welatê herî zêde mirine Emrîqa bû. Piştî wê Japonya (2779), Brezîlya (952), Çîn (617) û Spanya (424) tê.
WHO diyar kir ku ji 25ê Çileyê vir ve 664 milyon û 873 hezar û 23 kes pê ketine û 6 milyon û 724 hezar û 248 kes jî mirine. Li seranserê cîhanê di 24 saetên dawî de 179 hezar û 108 kes bi vîrusê ketin, 713 kes mirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Gola Heyranê ya ku li navçeya Zêtkaya Agirîyê ye, di her demsalê de bi xweşikahîya xwe mêvanên xwe ji xwe re heyrî dihêle.
Kemal Kahramanê Waîzê Qoserê ji ÎLKHAyê re derheqê xwe girtina pîrek û zilamên Misilman de axivî, got ku girtina pîrekê wek azanê ji şîarê Îslamê ye.
Serokê Kerwana Hêvî Cengîz Kurtaran diyar kir ku piştî erdheja di 6ê Sibatê de ji bo mexdûrên erdhejê çareser bikin û jiyana wan normal bikin dixebitin û ji bo Cejna Qurbanê banga alîkariyê kir.