Nirxa petrola Brentê bi 93,24 dolarî tê firotin
Li bazarên navneteweyî, bermîla petrola brent bi 93,24 dolarî tê firotin.
Fîyatê petrola xav a Brent ku doh di nav rojê de gihîşt 98,08 dolarî, bi 94,25 dolarî qediya.
Îro, fîyeta meyla xwe ya daketinê berdewam kirin. Ji saet 09:30an pê ve, peymanên pêşerojê yên petrola Brent ji girtina berê bi qasî ji sedî 1,1 kêm bûn û gihîştin 93,24 dolarî serê bermîlê.
Di heman demê de, petrola xav a West Texas Intermediate (WTI) bi 89,93 dolarî serê bermîlekê hat firotin.
Daketina bihayên petrolê ji ber zêdebûna îhtîmala çareseriyeke dîplomatîk di navbera Emrîka û Komara Îslamî ya Îranê de û ji ber xurtbûna bendewariyên ku rageşî li Rojhilata Navîn bêtir zêde nebin, tesîrdar bû.
Li gorî nirxandinên ku pêşketinên li herêmê dikarin talûkeyên li ser temînkirina enerjiyê kêm bikin, bazar zextê li ser fîyetan didomînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fîyeta petrola xav a Brent li bazarên navneteweyî ji sedî 1,6 zêde bû û serê bermîlê gihîşt 99,49 dolarî.
Piştî mutebeqeta di navbera Emrîka û Komara Îslamî ya Îranê de, fîyeta petrola xav a Brent li bazarên navneteweyî yên pêşerojê bi awayekî berbiçav daketin. Fîyet ji bo her bermîlekê ji sedî 4.42 daket û gihîşt 83.47 dolarî.
HAKSÎAD, ku karsazên ji Tirkîye û welatên cuda yên cîhanê di bin yek banî de tîne cem hev, ew ê şeşemîn "Civînên Cîhana Karsaziyê" li Enqereyê li dar bixe.