Haşîm Elkaanê Serokê Odeya Şêranîyan û Kebabpêjan Loqantevanê Dîyarbekirê destnîşan kir ku sala parîn di Îda Qurbanê de 12 ton cîger hatîye xwarin, ev reqem vê salê gihaşt 20 tonî.
Kebaba cîgerê yê ku li Dîyarbekirê cîhê wî cîhekî cuda ye, li navenda bajêr di nêzê 300 dikanan de tê firotan. Di ev beşa ku nêzê 5 hezar mirov jî dixebitin de, bi hezaran mişterî her roj bi tonan cîgerî dixwin.
“Cîgera Dîyarbekirê ji 7ê heta 70î hiberîneke ku hemû kes dikaribe bixwe ye”
Haşîm Elkaanê Serokê Odeya Şêranîyan û Kebabpêjan Loqantevanê Dîyarbekirê ku derheqê bûyerê de daxuyanîyan da, ragihand di Îda Qurbanê de bi daxwaza geştyarên netewî û biyanî 20 ton cîger hatîye xwarin, di pêvajoya pêş de ew ê ev reqemê bilindtir bikin.
Elkaan di axavtina xwe de weha got, “Dema ku qala cîgera Dîyarbekirê tê kirin ew pêvajoyeke ku tehmeke sedsalan e derbas kirîye û ji teref mirovan ve hatîye hezkirin e. Dema ku em 40 sal 50 sal berê dinhêrin dikandarên me berîya ku dikanên xwe vekin di taştê de cîgerê dixwarin. Li gorî wan rojan cîhên me û derdorê me veguherîne. Dema ku em cîgera Dîyarbekirê di nav 5 salên dawîn de binirxînin, ew li Tirkîyê belgeya îşareta tescîla erdnigarîyê standîye. Dema ku di meneya gastronomîyê de lê binhêrin, li Dîyarbekira me geştyarîya gastronomîyê çêbûye. Cîgera Dîyarbekirê ji 7ê heta 70î hiberîneke ku hemû kes dikaribe bixwe ye. Taybetîyeke wî ya dinê jî mirov dikare 7 roj 24 seat bixwe, seata cîgerê li cem me tineye.”
“Ji cîgera berxika heywanên me yên li gundên me hatine xwedîkirin tê çêkirin”
Elkaan, “Taybetîya cîgera Dîyarbekirê ev e ku ew ji berxikên ku li gund û zozanên me hatine xwedîkirin tê çêkirin e. Goştê me gir, zindî û candar e dema ku li ser agir zêde nayê pijandin bê xwarin, bêhna cîgerê ya xwe di esmandevê xwe de hîs dikî. Terbîyeya pişika Dîyarbekirê me; îsota toz, îsotên hişk û hûrkirî û xwê ye. Terbîyeyekî zêde nayê kirin.”
“Sala parîn 12 ton hat xwarin îsalê jî em gihaştin 20 tonî”
Elkaan diyar kir ku sala parîn 12 ton pişik hatîye xwarin axavtina xwe weha dawî kir, “Em îsal bi daxwaza zêde a geştyarên netewî û biyanî gihaştin 20 tonê. Xeyn ji veya me îsalê îda pişikê jî jîyankir, maşallah em di cîgerê de baş in. Em ê di salên pêş de ev reqemê pêş ve bibin. Xeyn gerîna cîhên dîrokê ya Dîyarbekirê şiûreke ‘ca em cîgera Dîyarbekirê jî bixwin’ çêbûye. Ev şiûr ji me re jî feydeye çîmkî bi hezaran welatîyên me ji xwe re dixebitin. Ev ê ku me kêfxweş dike jî piranî ev e. Bi normalî dikandarên me heta seat 00.00- 01.00an xizmetê didin lê di îdê de di seat 21.00-22.00an de diqedîya.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref Koordînatora Diyarbekirê ya Platforma Nesla Quranê ve di 17ê Îlonê de bi beşdarbûna hemû zarokên ku di çarçoveya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” de perwerdehîya nimêjê girtine û dawî kirine ve bernameya fînalê tê tertîpkirin.
Kovara çandî, hûnerî, edebî û Îslamî ya ku serê sê mehan carekê derdikeve bi hejmara xwe ya demsala payîzê li hember xwînerên xwe ye.
325 hecac ji bona ku îbadeta xwe yên Hecê bi cîh bînin ji Bêdlîsê bi duayan hatin oxirkirin.