Sîyonîst ji mirîyê micahîdan jî ditirsin
Wezîrê qaşo yê sîyonîstan Ben Gvîr, çûbû ser gora Şehîd Şêx Îzzeddîn El Qessam ê ku pêşeng û rêberê berxwedana Îslamî ye û heqaret li wî kiribû û gotibû em ê gora wî xera bikin.
Şêx Îzzeddîn El-Qessamê ku di dîroka Îslamê de bi tekoşîna xwe ya li dijî îşqalkerên Îngîlîz û siyonîstan tê naskirin, niha jî bi gora xwe di rojevê de ye ku gora wî jî sîyonîstan ditirsîne.
Di van rojên ku micahîdên Xezze û Filistînê tirs û xofeke mezin kirîye nav dilê sîyonîstên îşxalkeran de, wezîrê qaşo yê sîyonîstên îşxalker bi çûndina ser gora Şêx Îzzeddîn El Qessam bi daxuyanîyên xwe dîsa rûreşîya xwe derxist holê.
Ji axavtina Gvîr tê fêhmkirin ku heger mirov ji bo Xwedê cîhadê bike, cenazeya te jî dijmin û xwedênenasan ditirsîne.
Ben Gvîr di dema ku çûbû ser gora Şêx Qessam de gotibû ku em ê gora Îzzeddîn el Qessam ku niha micahîdên Xezzeyê jî navê xwe ji wî girtîye ji li vir rabikin û xera bikin.
Şêx Îzzeddîn El-Qessam:
Şêx Îzzeddîn El-Qessam ji bo azadiya Quds û Mescîda Aqsayê li dijî îşqala sîyonîstan tekoşîn kiriye û derbarê vê yekê de ji ciwanên Îslamê re bûye mînak.
Şêx Îzzeddîn El-Qessam di sala 1921an de li bajarê Hayfaya Flîstînê bicî dibe û dest bi dersên ilmî dike. Her wiha ji bo ku gel ji aliyê Îslamê ve hişyar bibe dest bi xebatên xwe yên îrşadê dike. Şêx Îzzeddîn El-Qessamê ku bang li gel dikir da ku hişyar bibin, exlebê di waazên xwe de qala cîhadê dikir. Dûvre wek fiîlî dest bi xebatên cîhadê kir û derbarê vê yekê de ders dida ciwanan. Di pêşengiya wî de di sala 1931an de tevgereke cîhadî hat destpêkirin. El-Qessamê ku di rêya azadbûna Filîstînê de tekoşîneke pir mezin kir di 19ê Mijdara sala 1935ê de ji teref yekîneya Îngilîzan a ku ji 500 kesî pêk dihat ve piştî ku hat dorpêçkirin hat şehîdkirin.
Şêx Îzzeddîn El- Qessam kî ye?
Muhammed Îzzeddîn Îbnî Abulkadîr El- Qessamê ku ji bo azadiya Quds û Mescîda Aqsayê tekoşîn dikir li Cebeleya girêdayê Lazkiyeya Sûrî di sala 1880an de hat dinê. El- Qessam li Sûrî û Misrê ilmên Îslamî tehsîl kir û dûvre ji Zanîngeha El- Ezher mezûn bû. Piştî vê yekê El- Qessam dest bi xebatên îrşadê kir.
Her wiha El-Qessam derbarê tekoşîna Îslamî de xwedî helwesteke baş bû. El- Qessam derbarê vê yekê de biryar dide ku beşdarê tekoşîna Omer Muxtar bibe. Lê hikûmeta li Sûrî ji beşdarbûna cîhada Lîbyayê ya Şêx Îzzeddîn El- Qessam û hevalên wî re bû asteng. El-Qessam dema ku dibîne hêzên dagirker û siyonîst derbarê lîstika Qudsê de têkiliyê bi hev re dikin di sala 1921an de li bajarê Hayfaya Filîstînê bicî bû.
Dema ku dibîne Îngilîzên ku axên Filîstînê dagir dikin û Yahudiyan tînin li wir bicî dikin, dest bi amadehiya cîhadê dike. Di vê heyamê de ji aliyekê ve ders dide ciwanan da ku beşdarê cîhadê bibin û ji aliyekê ve jî teçhîzat temîn dike. Lewra di 5ê Nîsana sala 1931an de wek fiîlî cîhad hat destpêkirin. Dê vê dîrokê de micahîdên Îzzeddîn El-Qessam li El-Yecûrê êrîş lidar dixin û 3 sîyonîstên ku têkiliya wan bi Îngilîzan re heye dikujin. Êrîşên cûr bi cûr li dijî dagirkerên Îngilîz û siyonîstan lidarxistin.
Şehadeta Şêx Îzzeddîn El- Qessam
Şêx Îzzeddîn El- Qessam di 19ê Mijdara sala 1935an de dema ku perwerdehî dida micahîdan ji teref yekîneya Îngilîzan a 500 kesî ve hat dorpêçkirin. Lê El-Qessam û micahîdên bi wî re teslîm nebûn. Wan bi dagirkeran re şer kirin. Piştî vê yekê di encama êrîşa hewayî ya ku li dijî wan hat lidarxistin de Şêx Îzzeddîn El- Qessam û hinek micahîdên cem wî hatin şehîdkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Balafirên herbê yên sîyonîstên îşxalker êrîşê derdorê bajaroka Ansar û herêmên çîya û gelîyên Libnanê kirin.
Rejima îşxalker, digel agirbestê li Xezzeyê êrîşan pêk tîne, vê carê jî bi helîkopter û topên hewanê gule li ser sîvîlan reşand, di encamê de li Refah û Cîbalîyeyê 3 Filistînî şehîd bûn.
Neteweyên Yekbûyî, derheqê rîska lehîyê ya li Xezzeyê de destnîşan kir ku ji sedî 40ê nifûsê, û nêzê 850 hezar mirovên ku ji cîhê xwe bûne bi rîska lehîyê re rûbirû ne.