Êrîş û teqîna cebilxaneyê li Xezzeyê: 16 birîndar
Şanzdeh Filistînî, ku piraniya wan zarok bûn, di encama êrîş û teqîna cebilxaneyên artêşa rejîma sîyonîst de birîndar bûn. Digel hilweşîna binesaziya tenduristiyê li Xezzeyê, îxlalkirinên agirbestê û sînordarkirina alîkariyê krîza mirovî kûrtir dike.
Şanzdeh Filistînî, ku piraniya wan zarok bûn, ji ber teqemeniyên neteqiyayî yên ku di êrîşên hewayî û bejahî yên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê de li pey xwe hiştine, birîndar bûn. Çavkaniyên tenduristiyê yên herêmî ragihandin ku di êrîşên li ser kampên çadiran û deverên ku sivîl lê kom bûbûn de gelek kes bûne hedef.
Li Beyt Lahiyaya bakurê Xezzeyê di encama gulebaranê de pênc kes, li Cebeliye û bajarê Xezzeyê di êrîşên bêmirov ên li dijî konan de bi tevahî neh kes û li Kampa Penaberan a Nuseyratê jî di encama teqîna cebilxaneyê de du kes birîndar bûn. Tê ragihandin ku yek ji birîndaran rewşa wî giran e.
Li Xezzeyê, ji %90î zêdetir nexweşxane wêran bûne an jî bi giranî zirar dîtine. Zêdetirî 18.000 nexweşên giran li benda tahliyekirina lezgîn in, di heman demê de kêmbûna derman û pêdiviyên bijîşkî ji %40 heta %60 diguhere.
Tevî hewldanên dîplomatîk, pevçûnên bi şîddeta nizm li ser erdê berdewam dikin. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ji dema ragihandina agirbestê ve hejmara miriyan ji ber îxlalkirinên yekalî zêde bûye.
Her çiqas divê rojane herî kêm 600 qamyon derbas bibin jî, qedexe tê vê wateyê ku bi navînî tenê 200 qamyon dikarin bigihîjin Xezzeyê. Alîkarî bi piranî ji Misirê bi rêya deriyê Kerem Şalom tê şandin. Deriyê Refahê bi kapasîteya sînorkirî dixebite û mîsyonên sivîl ên ku hewl didin alîkariyê bi rêya deryayê bigihînin, rastî astengiyan tên. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker li Xezzeyê peymana agirbestê îxlal kir, li deverên cuda yên rojhilat û başûr bi çekên otomatîk bombebaran kir û agir berda wan.
Nivîsgeha Medyayê ya Esîrên Filistînî ragihand ku Dr. Husam Ebû Safîye, ku di zindanên rejîma sîyonîst de ye, ji ber şîdeta ku lê hatiye kirin, di rewşeke krîtîk de ye û tevî şikestinên parsû û nexweşiyên kronîk, dermankirina têrker nabîne.
Li herêma Lalitpur a Nepalê, ji ber ku otobûseke rêwîyan li dîwarê ser rêyan qelibî, kesek mir û 19 kes jî birîndar bûn.
Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl, ji bo vekolîna merhaleya duyemîn a avakirina kompleksa êtîmxaneyan û ji bo lidarxistina çend civînan, rêze serdanan li Efxenistanê kir.