Îmaratê ragihand ku wan ÎHAyek Îranî xistine xwarê
Îmaratên Erebî yên Yekbûyî ragihand ku wan li ser avên xwe yên herêmî dronek ku îddîa dike ji Komara Îslamî ya Îranê ve hatîye, asteng kiriye.
Bûyerê bal kişand ser zêdebûna rageşiyên li Kendavê, ji ber ku şer li herêmê piştî êrîşên Emrîkayê li ser Komara Îslamî ya Îranê di dawiya hefteyê de dijwartir bû.
Di daxuyaniyek kurt a Wezareta Parastinê ya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî de hat ragihandin ku droneke ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve dihat û li ser avên herêmî yên welat difiriya, hat bêtesîrkirin. Lê belê, daxuyaniyê hûrgiliyên li ser çawanîya qewimîna bûyerê neda.
Hikûmeta Tehranê hîn daxuyaniyek rasterast derbarê bûyerê de nedaye û ti raporek derbarê zirar an qurbaniyan de nehatiye dayîn.
Di daxuyaniyeke duyem de, Wezareta Parastinê ya Îmaratê nûçeyên medyaya Îranê yên ku dibêjin Baregeha Hewayî ya El-Manhed li Dubayê ji aliyê mûşekên Îranê ve hatiye hedefgirtin, red kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên sîyonîstan herêma Nebatiye ya li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Hejmara mirîyên lehîya li Nepalê gihîştiye 1050 kesan û ji bo dîtina 3916 kesên winda xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma sîyonîst a li ser Xezzeyê de ji Cotmeha 2023an vir ve hatine kirin, gihîştiye 73 hezar û 462 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 509 kesan.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan di hevdîtina xwe ya li Bîşkekê de li ser aloziyên herêmî û peymana Îran-Emrîkayê axivîn. Îslamabadê diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê pêvajoya dîplomatîk berdewam bike.