Îranê hêzên Amerîkî li Sûrîyê hedef girt: "Gelek mirî hene"
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan di çarçoveya Operasyona Nasr-2 de baregeha El Tanf a Amerîkî li Sûrîyeyê kiriye hedef û hejmareke mezin ji leşkerên Amerîkî kuştine.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehrê, Artêşa Pasdarên Şoreşê di çarçoveya Operasyona Nasr-2 de li dijî navendeke fermandariya operasyonên taybet ên Emrîkayê li herêma el-Tenfê ya Sûrîyeyê êrîşeke ji nişka ve pêk anî.
Muhafizên Şoreşê di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kirin ku ev operasyon ji bo tolhildana leşkerên ku li herêma Bampur a Îranşarê şehîd bûne hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê êrîşê de, ku ji teref hêzên fezayî ve wekî beşek ji pêla yanzdehemîn a Operasyona Nasr-2 hatiye kirin, sîstemeke radarê ya leşkerî ya Amerîkî û gelek helîkopterên ku di operasyonên taybet de dihatin bikaranîn hatine îmhakirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama vê operasyonê de hejmareke zêde ya leşkerên Amerîkî jî hatine kuştin.
Muhafizên Şoreşê dubare kirin ku hêzên wan tevahiya Tengava Hurmuzê kontrol dikin û tekez kirin ku şandina petrol û gaza xwezayî heya ku Emrîka "çalakiyên xwe yên xerab" bidomîne ji herêmê ew ê were rawestandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama topbaran û bombebarana rejîma îşxalker a li ser deverên navîn û başûrê Xezzeyê de, du kes, ku yek ji wan jin bû, şehîd bûn.
Hejmara qurbaniyên lehiyên ji nişka ve li Teksasa Emrîkayê gihîştiye du kesan. Rayedaran ragihandin ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.
Di qezaya otobûsa dibistanê de li rojhilatê Ugandayê 20 jê xwendekar tev de21 kes mirin.