Îran ji êrîşên Emrîkayê re bersiv da: Baregehên Amerîkî bi mûşek û dronan hatin bombebarankirin
Îranê ragihand ku piştî êrîşên Emrîka yên li ser başûrê Îranê, wan bi fuze û dronan êrîşî baregehên Emrîka yên li herêmê kiriye.
Li gorî nûçeyan, artêşa Îranê bi mûşek û dronan bersiv da êrîşên Emrîkayê.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnim, Hêzên Çekdar ên Îranê li dijî baregehên Amerîkî yên li herêmê operasyonek dane destpêkirin.
Êrîşên bi mûşek û dronan wekî tolhildana êrîşên Emrîkayê li ser başûrê welat hatin wesifandin.
Di heman demê de, hate ragihandin ku bajarê Asuliye yê li parêzgeha Buşehrê jî ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatiye hedefgirtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Kohestek a navçeya Sirik a li parêzgeha Hurmuzgan a Îranê, di êrîşeke Amerîkî ya li ser cihekî dawetê de, zêdetirî 15 zarokan birîndar bûn. Hejmara qurbaniyên êrîşê gihîştiye 5 kesan û tê ragihandin ku tev de 68 kes jî birîndar bûne.
Ji ber îxlalkirina agirbestê li Xezzeyê heft Filistînî, di nav wan de du zarok û jinek, şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Rejîma sîyonîst doh bi êrîşên hewayî, topxane, êrîşên bêmirov û pêşketinên hêzên bejayî herî kêm 22 caran agirbestê îxlal kir.
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên sîyonîstan herêma Nebatiye ya li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.