Îşxalkeran 3 Sûrîyeyîyan girtin, traktorek çandiniyê desteser kirin

Li herêma Quneytra ya Sûrîyeyê, hêzên îşxalker sê sivîlan girtin. Traktora çandiniyê ya ku ji bo veguhestina bermahiyên daran bikar dianîn jî hate desteserkirin.
Çavkaniyên sûrîyeyê ragihandin ku hêzên îşxalker kesên girtî birine baregeheke leşkerî ya nû li derdora Quneytrayê. Her wiha tê gotin ku ew ber bi bajarokê Cûbet el-Xeşeb li gundewarê bakurê Quneytrayê ve çûne û gule li cotkarên herêmê reşandine. Piştre bi du wesayîtan ber bi bajarokê Ofanya ve çûne û ber bi bajarê Huriyê ve çûne.
Tora nûçeyan a herêmî Daraa 24 ragihand ku çar wesayîtên leşkerî yên hêzên îşxalker roja Sêşemê ya borî ber bi nuqteya tenduristiyê ya nû li gundê Hemîdiyeyê li Bilindahiyên Golanê yên îşxalkirî ve çûne, lê ti desteserkirin nehatine tomar kirin. Her wiha ragihand ku balafirên şer û keşfê yên îşxalker li ser gundewarê başûrê Quneytrayê û hewza Yermûkê li rojavayê Derayê difirin.
Hêzên îşxalker li herêmê kolandin, paqijkirina rêyan û komkirina axê didomînin. Li gorî agahiyan, ev xebat ji bo temamkirina rêya "Sufa 53" û garantîkirina ewlehiya wê ya qaşo ne.
Xwepêşandanên giştî yên roja Înê ya borî li Şam, Lazqîye û Derayê ji bo piştgiriya artêşa Sûrîyeyê hatin lidarxistin, li dijî destwerdanên biyanî xwepêşandan kirin.
Xwepêşander li Meydana Umeyedê ya Şamê kom bûn û redkirina destwerdana biyanî di karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê de û piştgiriya xwe ji bo hewldanên dewletê yên ji bo misogerkirina ewlehiya welêt diyar kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê, destnîşan kir ku qirkirin û birçîhiştina sîstematîkî ya ku li Xezzeyê tê kirin rasterast encama polîtîkaya îşxalê ya ku bi piştgirîya Emrîkayê pêk tîne ye.
Li herêma Machalíya Şîlîyê, di madena paxirê ya bi navê El Tenienteyê de hilweşînek pêk hat, di encama hilweşînê de kesekî canê xwe ji dest da, 5 kes jî winda bûn.
Bi deh hezaran kes li Mexrîb, Morîtanya û Yemenê ji bona ku alîkarîyên însanî ji Xezzeyê re bêne gihîştandin û êrîşên rejima sîyonîst bidawî bibe daketin kolanan.