Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Însanîyet li Xezzeyê terka birçîbûnîyê hatîye kirin û terka kuştinê hatine kirin

Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, bal li ser drama însanîyetê ya li Xezzeyê kişand û îfade kir ku divê hemû dinya li hember vê qirkirinê bi hev re tevbigerin.
Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Meclîsê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist, Demîr bal li ser qirkirina ku tê kirin kişand û got, “Li Xezzeya ku di bin dorpêçê de ye însanîyet ji birçîbûnîyê re tê terkirin û bi wê şeklê têne kuştin. Ev tişta hanê, qirkirinekî ku li ber çavê cîhanê tê kirin e.”
“Çareserîyek mayînde ya li Xezzeyê, encax bi temamî vekişîna hêzên sîyonîstan mimkin e”
Demîr îfade kir ku qirkirina neînsanî ya li Xezzeyê her roj ku diçe kurtir dibe, “Plana sîyonîstan ku dibêje Xan Yûnis wê bike du parçe, bi zelalî nîşan dide ku ew di pêşnîyaza xwe ya agirbesta 60 rojî de ne samîmî ye. Ev rewş bi zelalî nîşan dide ku armanca esil a rejima îşxalker vegera li ser polîtîkayên herbê ye. Çareserîyek mayînde ya li Xezzeyê, encax bi temamî vekişîna hêzên sîyonîstan mimkin e.”
“Drama însanîyetekî ku daîma bi bombeyan tê xwestin ku bêne tunekirin, êdî gihaştîye astekî ku mirov nikare li ber xwe bide”
Demîr ku got, “Li Xezzeya ku însanîyet di bin dorpêçê de ye terka birçîhiştinê hatine hiştin û bi vê şeklê têne kuştin” weha berdewam kir, “Ev tişta hanê, qirkirinekî ku li ber çavê cîhanê tê kirin e. Drama însanîyetekî ku daîma bi bombeyan, birçîhiştinê û ji cîhêwan kirinê tê xwestin ku bêne tunekirin, êdî gihaştîye astekî ku mirov nikare li ber xwe bide.”
“Biryarên ku li Kolombîyayê hatine girtin ji bo dorpêçkirina rejima sîyonîst gelek girîng e”
Demîr Lûtkeya Xezzeyê ya ku bi pêşevanîya Koma Laheyê li Kolombîyayê hat tertîpkirin bibîrxist û got, biryarên ku li vê derê hatine girtin ji bo dîrokî gelek muhîm in, “Bi taybetî biryara ku ew ê dewletên ku îmzeyê avêtine û bi navbeynkarîya wan ji rejima sîyonîst re çek, cebilxane, sotemenîya leşkerî, amûrên leşkerî û amûrên ku bi dualî têne şixulandin bê astengkirin, temînkirina îhaleyên ku piştgirîyê dide îşxala îsraîlê û pêşîya fondayîna wan, biryarên ku peymanên bi pileya raya giştî bi sîyonîstan re hatine îmzekirin, di warê dorpêçkirina rejima sîyonîst de gelek birayarên muhîm in.”
“Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku bila gavên berbiçav bavêjin”
Demîr bang kir ku bila êdî zilma li ser Xezzeyê tê kirin bê dawîkirin, “Êdî wijdana însanîyetê ji vê wehşetê re bibêje ‘bisekine’. Ji bona ku em bibin dengê xûşk û birayên xwe yên Xezzeyê û vê zilmê bidin sekinandin bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku êdî gavên ku bi çavan têne dîtin bavêjin.”
“Ji nû ve herba navxweyî ya Sûrîyeyê ji bo hemû herêmê tehdîdekî ye”
Demîr derheqê gengeşîya nav Sûrîyeyê û daxwazîya kaosê ya rejima îşxalker de jî axivî û got, “
"Di vê pêvajoyê de, rejîma sîyonîst deverên îşxalkirî yên xwe yên fiîlî di nav axa Sûriyeyê de berfireh dike û bi êrîşên xwe krîzê kûrtir dike. Vegera Sûrîyeyê ji bo şerê navxweyî ne tenê Sûrîyeyê, lê tevahiya herêmê tehdît dike. Tekane rêya jiholêrakirina vê tehdîdê ew e ku pergalake ku çek û desthilatdariya dewletê tenê di nav hikûmeta meşrû de kom bibe, were avakirin. Pêwîst e ku hemî alî bi refah û ewlehiya gel di pêş de tevbigerin."
"Divê welatên herêmî li dijî aloziyên etnîkî û mezhebî sekineke hevpar bigirin"
Demir, ji bo têkbirina planên rejîma sîyonîst û Emrîkayê yên li herêmê banga yekîtî û hevgirtinê kir û got, "Divê welatên herêmê ji bo îstîqrara Sûrîyeyê piştgiriyê bidin hikûmeta meşrû û li dijî destwerdanên biyanî û aloziyên etnîkî û mezhebî sekineke hevpar bigirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Xorasana Erziromê, otobûseke rêwîyan û teraktorekî li hev qelibîn, di encama qezayê de 10 kes birîndar bûn.
Serokê Têkilîyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr di peyama “Roja Rabîaya Cîhanî ya 14ê Tebaxê” de got, “Ev derbe tenê ji Misirê re nehat kirin, wek parçeyek tarî ku heta dighêje Xezzeyê ketîye dîrokê.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di civîna 3yemîn a Komîsyonê de destûr xwest û derheqê esasên xebata komîsyonê de pêşnîyazan da.
Li navçeya Hassaya Hetayê di daristanê de şewat derket, di encama şewatê de ji ber tedbîran taxên Yukaribucak û Bademlîyê hatin tehlîyekirin. Bi 173 wesayît û 470 personelan midexeleyê şewatê dê kirin.