Îşxalkeran li Nablusê 70 donim erdê Filistîniyan desteser kirin

Rejîma sîyonîst 70 donim erdê sê gundên li başûrê Nablusê desteser kiriye û wan wekî "herêma leşkerî" îlan kiriye. Li gorî agahiyan, biryar hatiye dayîn ku li dora wargeha neqanûnî ya Elî "herêma ewlehiyê" were avakirin.
Komîteya Berxwedana Dijî Dîwar û Li Dijî Niştecihbûnê ya Filistînê ragihand ku 70 dekar ji erdên gundên Qeryût, Lubban el-Şerkiye û Sawiyê li parêzgeha Nablusê ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatiye desteserkirin.
Li gorî şandeyê, erdên ku behsa wan tê kirin dê ji bo "armancên leşkerî û ewlehiyê" li gorî biryara leşkerî ya hejmar T/136/25 werin desteserkirin, û li dora wargeha Eliyê ya îşxalkirî "kemberek ewlehiyê" dê were çêkirin.
Di belgeyê de hatibû gotin ku fermana desteserkirinê heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2027an derbasdar e, digel heyamek îtîrazê ya hefteyekê. Lêbelê, hat destnîşankirin ku rayedarên îşxalker ferman piştî ku wext qediya weşandiye.
Ji tevahîya 70 donim erdê, 15 donim wekî "erdê dewletê" hatin sinifandin, û 54 donim jî milkê taybet ê Filistînîyan bûn.
Komîteya Berxwedanê tekez kir ku ji destpêka sala 2025an vir ve, rejîma sîyonîst 53 fermanên desteserkirinê yên cuda ji bo "armancên leşkerî" daye û ev yek beşek ji siyaseta wê ya desteserkirina sîstematîk a erdên Filistînê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajara Santiagoya Fîlîpînanê di mezinahîya 5,8an de erdhejek rûda.
Serîyyeyên Qudsê, baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî, daxuyand ku Mahmud Talal Abdullahê 49 salî ku endamê Tûgayên Cenînê ye, di 20ê Cotmeha 2025an de şehîd ket.
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney got ku welatê wî ew ê fermanên girtinê yên ku Dadgeha Cezayê Navneteweyî ya li Den Haagê ji bo Serokwezîrê îşxalker Binyamîn Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant derxistiye, bicîh bîne.