Hikûmeta Xezzeyê: Armancgirtina avahiyên bilind ên ji teref îsraîlê ve sûcekî şer e
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku bombebarana avahiyên bilind ên ji teref rejîma îşxalker ve bûye sedema koçberbûna bi sed hezaran sîvîlan û li gorî qanûnên navneteweyî bi awayekî eşkere "sûcekî şer" e.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku di çend rojên borî de hedefgirtina avahiyên bilind ji teref rejîma îşxalker ve, ziyaneke mezin gihandiye sîvîlan û bûye sedema koçberîya girseyî.
Ofîsa Medyayê ya Xezzeyê di daxuyaniyekê de got, "Êrîşên îsraîlê yên li ser avahiyên li Şerîda Xezzeyê polîtîkayeke sîstematîk a koçberkirina bi zorê û hedefgirtina sîvîlan nîşan dide."
Di daxuyaniyê de, ku tê de hatibû gotin ku qanûna navneteweyî hebûna hedefeke leşkerî divê were îspatkirin û ji bo pêşîgirtina li zirara sîvîlan tedbîr werin girtin, ev daxuyanî jî hebû: "Li Xezzeyê tiştekî wisa qet nehatiye kirin. îsraîl bêyî ku hedefên leşkerî li ber çavan bigire, avahiyan dixe hedef. Ev bi eşkereyî sûcê şer e."
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bajarê Xezzeyê 51 hezar û 544 avahîyên pirqatî hene û nifûsa bajêr ji 914 hezarî zêdetir e û êrîşên rejîma îşxalker armanc dikin ku sîvîlan bi girseyî ji cih û warên xwe derxînin û zexta psîkolojîk ava bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst, peymana agirbestê paşguh kir, rêze êrîş li ser penagehên sivîl li Xezzeyê û Xan Yûnisê da destpêkirin. Piştî komkujiyê, îşxalkeran îddîa kir, "Me serokên HAMASê hedef girtin"
Artêşa Sûdanê "pêşketineke girîng" li xetên pevçûnê yên li Kurdufanê ragihand, di heman demê de Brîtanyayê daxwaza agirbesteke sê mehî ya tavilê kir da ku alîkariya mirovî bigihîje sîvîlan.
Cihûyan, di bin parastina rejîma sîyonîst de, hewl dan ku qurbanên qurbanê bi qaçaxî bibin nav Mizgefta Eqsayê. Rayedarên Filistînî ev hewldan wekî "êrîşek rêxistinkirî ya ku armanca wê qirêjkirina Eqsayê ye" bi nav kirin, lê Urdunê wekî "îxlalkirinek eşkere ya qanûnê" bi nav kir.
HAMASê êrîşa li ser Kampa Ayn el-Hilwe ya li bajarê Seydayê yê Lubnanê wekî "qirkirineke hovane" bi nav kir û îddîayên îşxalkeran ên ku dibêjin ew "navenda perwerdeyê" ye red kir, û tekez kir ku êrîşê bi tevahî sivîl hedef girtine.