Rejima qatil, li Kampa Şatîllayê malekî hedef girt: 5 şehîd
Di êrîşa ku di seatên serê sibehê de li Kampa Şatîllayê hat lidarxistin de pênc kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst, di êrîşa xwe ya seatên serê sibehê li Şatîllayê li dar xist de bû sedema şehîdbûna pênc kesan, gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedarên tenduristî û çavkanîyên mehellî, diyar kirin ku êrîş li dijî mala malbata Abû Awadê hat kirin û bûyer jî li nêzê Şehîdên Midanê pêk hat.
Xeyn ji vêya hat destnîşankirin dema ku sîvîl li benda alîkarîyê bûn li derdorê xeta Netzarîmê jî birîndar bûn çêbûn.
Hat destnîşankirin ku di heman seatan de helîkopterên îşxalkeran gule li alîyê rojhilata Deîr Belahê reşandin.
Rejima sîyonîst ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li ser Xezzeyê êrîşên xwe bênavber berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ekîbên parastina sivîl û xwebexş, li Meydana El-Qetîbeyê li rojavayê bajarê Xezzeyê gihîştin cenazeyên zêdetirî 60 şehîdan ku di nav wan de kesên nenas jî hebûn.
Başûrê Xezzeyê tevahiya şevê bû hedefa êrîşên hewayî yên dijwar ên rejîma îşxalker. Îro danê sibê ji bo bi dehan Filistîniyên ku di bombebaranê de canê xwe ji dest dan merasîmên cenaze hatin lidarxistin.
Artêşa Emrîkayê, çar kelekên ku dihat îddîakirin li Okyanûsa Pasîfîka Rojhilat tiryakê bar dikirin bombebaran kir, di encamê de 14 kesan canê xwe ji dest dan.
Li peravbên rojavaya Lîbyayê kelekek binav bû, di encamê de 18 kes mirin, herî kêm 18 kes jî birîndar bûn.