Sîyonîstên îşxalker doh êvarê êrîşî bajara Tulkerîm û kampên li Şerîaya Rojavayê kirin, di dema êrîşê de 8 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê, diyar kir ku doh êvarê balafirên bêînsan yê hewayê li ser bajara Tulkerîm û Kampa Tulkerîmê êrîşan li dar xistin, di êrîşê de 4 kes şehîd bûn.
Çavkanîyên herêmî, diyar kirin ku navê şehîdan Mûheymîn El-Ahras, Cuma Salim, Imran Harun û Kusay Ukkaşe ye.
Hat destnîşankirin ku ji herêmekî dinê yê Tulkerîmê re jî êrîş hat lidarxistin. Li gorî daxuyanîya Wezareta Tenduristî ya Filistînê, di vê êrîşê de jî du pîrek şehîd bûn û 3 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku navê şehîdan Havle Ali Abdullah Abduha 53 salî û Bera Halid Hüseyin Aliya 18 salî ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Demkî yê Karên Hindir yê Sûrîyeyê Mihemed Abdurrahman ragihand ku 14 efserên polês di kemîneke ku ji teref bermahiyên rejîma kevin ve li gundewarê Tartusê hatibû organîzekirin hatin kuştin.
Li Yemenê, ajanên CIA û Mossadê ku fealîyetên sîxûrtîyê dikirin hatin qefaltin.
Sîyonîstên îşxalker, êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê didomîne, li dijî Nexweşxaneya Kemal Advan û Taxa Zeytûnê jî êrîşên xwe zêde kirîye.
Balafirekî aîdê Ezerbaycanê li Aktauyê ketibû xwarê di encama wê qezayê de 38 kesan canê xwe ji dest dan.