Berdevk û parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, di Sazîya Giştî ya Meclîsê de, di rûniştina hevdîtina budçeyê de axivî. Ramanli weha got, “Ji bo ji nû ve avakirina edaleta civakî divê teqez edaleta bacê bê tesîskirin”
Berdevkê HUDA PARê û Parlementerê Êlihê Serkan Ramanli di civîna giştî ya meclîsê de di hevditinên teklîfa qanûnê ya butçeya sala 2025an de axivî
Ramanli dia xavtina xwe de weha got, “Nirxandina butçeyê tenê bi reqeman wê eslîyeta yê meselê winda bike. Ji bo ji nû ve avakirina edaleta civakî, divê edaleta bacê bê avakirin. Divê butçe ji deyn û faîzê rizgar bibe. Em rast nabînin ku ji feqîr û dewlemendan re bi bacên nerasterast bi heman rêjeyê bac were standin û beşeke girîng ji hasilat û qezenca neteweyî ji bo dayîna faîzan bibe. Divê ev barê xelkê me yê kêm qezenç bê sivikkirin; Yên ku kêm qezenç in, bila baca hindik ji wan werin girtin û yên ku zêde qezenç dikin jî divê zêde bac werin girtin.”
Ramanli got, sedsala ku bi derbeyên leşkerî û travmayan derbas bûne, salî windayî yên Tirkyeyê ne. An naxwazin ku em sedsalên din winda bikin. Ji bo vê yekê mesûlîyet dikeve ser milên me hemûyan.
Di berdewamê de weha got, “Divê em siberoja xwe ava bikin, ne ku roja xwe rizgar bikin. Niha divê em di qisimkirina hasila û qezencê de edaletê pêk bînin û malbata ku keleha me ya dawî ye biparêzin û muhafez e bikin. Divê em ciwanên xwe yên ku pêşeroja me ne, hem di warê maddî û hem jî di aliyê manewî de xurt bikin. Divê em bi zanibin ku rêya vê yekê jî avakirina sîstemê li gorî nirx, bîrûbaweriya me yên medeniyetê înşaa bikin. Çareserkirina pirsgirêkên xwe yên muzmîn li ser esasên maf û edaletê ye. Bê guman ev yek bi çêkirina qanûna esasiyek adil, ji wesayetê dûr, li gor heq û azadiyan e.”
Ramanli di berdewamiya axaftina xwe de li ser meseleya Kurd jî sekinî û reçeteya vê meseleyê nîşan da:
“Hema bêje her kes di her fersendê de behsa biratiya Kurd û Tirkan dike, lê ji ber hinek sebeban ti kes sedem û bingeha biratiyê îfade nake. Em li vir bi zelalî diyar dikin. Ev bingeh û temel muşterekên me ne, muştereka me ya jî herî xurt û herî mezin Îslama ezîz e. Kesên ku wiha dibirsin 'Baş e, lê Îslam di vê mijarê de dikare çawa çareseriyek pêşkêşî me bike?' Ez bi vê hedîsa Pêxember bersivê didimê: ‘Kesên ku tiştekî ji bo xwe dixwaza û ji bo birayê xwe vê tiştî nexwaze wî kesî bi rastî îman nekirîye.’ Heger em tenê li ser vê prensîbê bisekinin û cih bînin, gelo wê kîjan meseleyên me bêçare bimînin?”
Ramanli got, heta niha edebîyata biratîyê gelek hatîye kirin. Divê êdî gavên berbiçav û muşexes bên avêtin.
“Dinyaya me îro bi îstîlaya postmodernê re rûbirû maye. Ev sinifkirina qewman ji îhtîlafa Fransizê maye. Divê em êdî vê yekê bidin aliyekê û dev jê berdin. Hiqûqa biratîyê tesîs bikin. Lewra edebîyeta biratîyê gelek hat kirin. Werin êdî heqê biratîyê em bidin û hiqûqa wê ava bikin.”
Ramanli herwiha got, emperyalîzma cîhanî û sîyonîzm beldeyên îslamê yek û yek îstîla dike, ji bo vê yekê jî îştahek mezin pê re heye û bal kişand ser meseleya Xezze, Lubnan û Sûrîyeyê û dawî li axavtina xwe anî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HUDA PARê, derheqê şehadeta Fermandarê Giştî yê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê Muhammed Daîf û 6 fermandarên bi wî re de peyama şînê belav kir.
Wekîlê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç li avahiya parêzgehê ya partiya xwe bi welatiyan re hat cem hev û gohdarîya daxwaz û pirsgirêkên wan kir.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclîsa Şûra yê HAMASê Muhammed Dervîş û lijneya HAMASê di Kullîyeya Serokkomarîyê de qebûl kir.
Li navçeya Pamukkaleya Denîzlîyê mîdîbûsa karkeran qelibî, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.