Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, şehîdkirina Wezîrê Penaberan ê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Xelîlûrrahman Hakkanî û çend hevalên wî yên ku li paytext Kabîlê di êrîşekî de hatibûn şehîdkirin şermezar kir û şîna xwe teqdîm kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, şehîdkirina Wezîrê Penaberan ê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Xelîlûrrahman Hakkanî û çend hevalên wî yên ku li paytext Kabîlê hatibûn şehîdkirin şermezar kir.
Yapicioglu, di peyama xwe ya şînê ku ji Balyozxaneya Enqereyê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê re şand de weha îfade kir, “Ez xemgînîya xwe ya kur a ji ber êrîşa terorî ya ku ji Wezareta Penaberan, Yên ku Vedigerin û Koçê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxwenistanê re hatîye kirin teqdîm dikim û ev êrîşa terorî ya ku armanc dike îstîqrara Efxenistanê xera bike bi tundî şermezar dikim.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, di peyama xwe de weha got:
“Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm
‘Ew ku, dema musîbetek dighêje wan; dibêjin ‘Hemû hebûna me a Xwedê ye û em encax ji wî re vedigerin.’
Ez xemgînîya xwe ya kur a ji ber êrîşa terorî ya ku ji Wezareta Penaberan, Yên ku Vedigerin û Koçê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxwenistanê re hatîye kirin teqdîm dikim û ev êrîşa terorî ya ku armanc dike îstîqrara Efxenistanê xera bike bi tundî şermezar dikim.
Ez bawerim ku ew ê gelê Efxenistanê û Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ku împaratorîya kedxwarinê ku emperyalîstan saz kirine xera kirine û li hember emperyalîstên kedxwar ên ku bi salan e axên Efxenistanê îşxal kirine, gelê wê qetil kirine û çavkanîyên wan îstîsmar kirine û keda wan xwarine bi qehremanî berxwedanê dane wê hemû planên wan ên nû jî beredayî bikin.
Ez ji Xwedê daxwaz dikim ku bila şehadeta Wezîrê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Xelîlurrahman Hakkanî û hemû şehîdan bi rehmeta xwe şad bike. Ez bi navê şexsê xwe û bi navê partîya xwe ji Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê re, ji malbatên şehîdan re, ji gelê dost û bira yê Efxenistanê re şîn û daxwazîyên xwe yên sebrê pêşkêşî dikim.”
Wezîrê Penaberan, Yên ku Vedigerin û Koçê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxwenistanê Xelîlurrahman Hakkanî û çend hevalên wî, li paytext Kabîlê di êrîşeke bombeyî de şehîd bûbûn.
Hat destnîşankirin ku Hakkanî dema ku di avahîya wezaretê de nimêj dikir hatîye şehîdkirin.
Hakkanî, bi salan e di meydana cîhadê de û di sefên pêş de micadeleyê kirîye, piştî ku welat ji îşxalê xelas kirin jî di rêveberîya nû de wezîfe girtîye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama pevçûna çekdar a ku li Diyarbekirê pêk hat de 4 kes birîndar bûn.
Sazîya alîkarîyê Weqfa Yetîman ku ji bo yetîm, sêwî û bêkesan alîkarî û xebatan dike li navçeya Hazroya Diyarbekirê temsîlkarî vekir.
Ji teref meteorolojîyê ve jibo 37 bajarên li herêmên cuda hişyarîya berfê hat kirin.
Di encama qezaya ku li Meletîyê pêk hat de 1 jê giran tevde 4 kes birîndar bûn.