Hat diyarkirin ku di êrîşên ku di 48 saetên dawîn da li bakurê Xezzeyê ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatin kirin de zêdeyî 200 Filistînî di bin xirbeyên xanîyan de şehîd bûn.
Midûrê Nexweşxaneya Kemal Advanê Husam Ebû Safîye di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir, ji ber ku êrîşên sîyonîstên îşxalker berdewam dikin rewşa însanî ya li bakurê Xezzeyê ber bi felaketeke mutleq ve diçe.
Ebû Safîye destnîşan kir ku sîyonîstên îşxalker êrîşî malên malbatên Arac, Baba, Ulyan û Veraş Axa kirin û qetlîam kirin, Wî diyar kir ku ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê tenê 3 kes sax mane.
Ebû Safîye destnîşan kir ku nêzî 100 kes di mala malbata Erac de dijiyan û tenê kesek ku di şûştina Nexweşxaneya Kemal Advanê de dixebitî û wê demê li ser kar bû ji êrîşê xelas bû.
Ebû Safîye got “Zêdetirî 200 kesên ku di êrîşên 48 saetên dawî de canê xwe ji dest dane hê jî di bin xirbeyan de ne.” û îfade kir ku dengê kesên ku di bin xirbeyan de mane û daxwaza alîkariyê dikin, dilê wan dişewitîne.
Ebû Safîye got, " Dema ku Filistînî hewl didin kesên ku di bin xirbeyan de ne xelas bikin, dîsa ji teref balafirên Îsraîlê ve dibin hedef. Ev yek jî ketina herêman hema bêje ne mumkun dike ."
Ebû Safîye diyar kir ku nexweşxaneya Kemal Advanê bi zehmetîiyên mezin re rû bi rû ye û destnîşan kir ku destûr nayê dayîn ku alavên tenduristîyê, derman û amûrên hewce derbasî hundir bibin, her wiha ketina ambûlansan jî têne astengkirin.
Ebû Safîye agahî parve kir ku li nexweşxaneyê 63 nexweş hene, piranîya wan birîndar bûne û rewşa wan giran e, 9 jê di lênihêrîna giran de û 2 jê jî nû hatin dinyayê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di dema ku pevçûnên ku di 27ê Mijdarê de li bakurê rojavayê Sûrîyê ji nû ve dest pê kirin li cepheya şer berdewam dikin, têkiliyên dîplomatîk ji bo bidawîkirina pevçûnan berdewam dikin.
Li bakurê Meksîkayê ji bûfeyekî re bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.
Li Pakîstanê di pevçûnên navbera eşîran de ku ev du hefte ye berdewam dikin de hejmara kuştîyan derket 130î û 186 kes jî birîndar bûn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 466an û hejmara birîndaran jî derket 105 hezar û 358an.