Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç bal kişand bi projeyên ku di nav de tiştên îfsadîyê hene perê vê xelkê beredayî tê xerckirin, “Mixabin ji bo kêfa bi çend seatî perê vê xelkê beredayî tê xerckirin û ji çend hûnermendan re bi milyonan pere tê xerckirin.”
Parlamenterê Mêrsînê û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç, di Meclîsê de daxuyanîya çapemenîyê da, di daxuyanîyê de derheqê rojevê de nirxandinan kir.
Dînç bal kişand ku divê qirkirina li Xezzeyê neyê jibîrkirin û ew ê mitleqe sîyonîzm winda bike.
Dînç, îfade kir ku bi navê çand û hûneran organîzasyon têne tertîpkirin û ji van organîzasyonan re jî pereyên piranî tê dayîn, bi vê şeklê Dînç ji îqtîdar û şaredarîyan re rexneyan kir.
Faruk Dînç weha got, “Şaredarî û sazîyên raya giştî, ji bo bernameyên ku bi navê çand û hûneran têne lidarxistin bi milyonan pere xerc dikin. Bi hesaba van pereyan û xerckirinan jî ji bo çanda me, dîroka me û hûnerên me têne kirin… Van organîzasyonan; wek projeyên îfsadê têne kirin, ciwanên me ji rê derdixin û wan di civakê de jî hem zerarên çandî, hem meddî û hem jî menewî têne dayîn.”
Dînç di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku gel di warê aborîyê de pirsgirêkan dikşînin.
Dînç, “Teqawîdbûyên ku di îdara xwe de zehmetîyan dikşînin, welatîyên ku di dayîna kirêyên xwe de zehmetîyan dikşînin, ciwanên ku di warê lazimatîyên perwerdehîyê de zehmetîyê dikşînin, ciwanên ku diwxazin bizewicin lê ji ber tinebûnîyê nikarin bizewicin û ji xwe re malekî saz bikin…. Em bijmêrin hejmarê vana ew ê neqedin. Yanê hewqas tinebûnî û pirsgirêk heye. Lê di nav hewqas tinebûnî û pirsgirêkan de pereyê vê xelkê bi navên festîwalan beredayî têne xerckirin, ma gelo ev tişt ji bo vê xelkê ne îxanetekî ye?”
Faruk Dînç di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku divê perê vê xelkê beredayî neyê xerckirin:
“Divê fatora van tiştan bi zelalî ji xelkê re bêne nîşandan. Divê hebo hebo bêne daxuyandin ku ji kîjan festîvalê re çiqas pere hatîye xerckirin, ji kîjan hûnermendê re çiqas pere hatîye dayîn. Çîmkî vê pereyê ku tê dayîn perê xelkê ye. We perê xelkê ji bo çi xerc kirîye ji xelkê re bibêjin, wijdanê xelkê zêdetir birîndar nekin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Meteorolojî; ji bo hinek herêmên Colemêrg, Wan, Şirnex û Bêdlîsê hişyarîya berfê da. Tê texmînkirin ku berf roja şemîyê piştî nîvro tesîra xwe winda bike.
Karwana Hêvîyê, li Wanê ji malbatên feqîr û mexdûr re êzing û komiran belav kir.
Danişîna duyemîn a doza ku 4 bersûcên ji ber qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya li Dîyarbekirê tên darizandin bi cezayê muebbetê yên giran tên darizandin dest pê kir.
Wekîlê Serokê Giştî û endamê Komîsyona Teşebbûsên Îqtîsadî ya Kamûya Meclîsê yê HUDA PAR Şahzade Demîr, derheqê destheqê kêmtirîna nû de weha got, “Zema destheqê kêmtirînê ya ji sedî 30 bi tu şeklî nayê îzahkirin. Divê ji vê reqemê bê zivîrandin û zêdebûnekî bal bê kirin.”