Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr weha got, “Digel daxuyandina Wezareta Bazirganîyê ku bi rejîma îşxalker re bazirganî qut bûye îddîayên cîddî hene ku ev bazitganî li ser Filistînê tê kirin. Tirkîye mecbûre ku di vê qirkirinê de ji bertekên xelkê re goh bide.”
Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di Meclîsê de civîna çapameniyê lidarxist û rojeva Filistînê nirxand.
Demîr derbarê qetlîamên rejîma îşxalker a sîyonîsta ku dewam dike û li ser maseyê muzakereyên didomin de nirxandin kir û li dijî planên Emrîka û rejîma sîyonîst hişyarî da.
Demîr, “Rejîma îşxalker a ku li Lubnan û Xezzeyê li dijî berxwedêran wendayîyan dide û nikare pêşde biçi Emrîkayê ji bo alîkarîya wan bike qaşo agirbest dabû ser masê. Emrîkayê berîya niha lihevkirinek pêşkêş kiribû û ji teref HAMASê ve hatibû qebûlkirin di şûna vê yekê de lihevkirinek ji polîtîqayên rejîma îşxalker re xizmetê dike pêşkêş dike. Li ser maseyê li dijî Emrîkayê welatên li herêmê hewceye daxwaz û menfeatên Lubnan û Filistînê muhafeze bikin û biparêzin.”
Demîr bertek nîşanê serokê dewletên bi sîyonîstan re hevkariyê dikin da û ji bo korîdora însanî li bakurê Xezzeya di bin dorpêçê de ye bê vekirin bang kir: “Rêvebirên welatên herêmê dixwazin ku rejîma sîyonîst HAMASê têk bibe û bi eşkere dibêjin ku em ê ji bo Xezzeyê tiştekî nekin ev saleke qirkirina tê jiyandin jê berpirsyar in. Raya gişti ya misilmanên alema Îslamê û hemû kesên xwedî wijdan, xelkê Filistîn û Lubnana ku ji însafa rejîma îşxalker re hatîye terqkirin bibin destek bi taybetî ji bo li bakurê Xezzeyê korîdora însanî bê vekirin em dawet dikin ku di rojevê de bihêlin û rojevê çêbikin.”
Demîr derheqê îddîayên Tirkiye bi rejîma îşxalker re tîcaretê dike de jî axivî û weha got: “Rejîma îşxalker a ku li orta alema Îslamê qirkirina wahşî pêk tîne didomîne lê ji Tirkiyeyê hinek îddîayên wahîm di rojevê de cih digre. Digel Wezareta Bazirganîyê eşkere kir ku bi rejîma îşxalker re me tîcaret qut kiriye lê îddîayên tîcaret li ser Filistînê tê dewam kirin hene. Gelek welatan şîrketa ZÎM a aîdê rejîma îşxalkera ku muhîmatên eskerê hildigre re mueyîdeyan tetbîq dike li bênderên Tirkiyeyê bi rêkûpêk seferan pêk tîne.”
Şahzade Demir dı dawiya axavtına xwe de weha got:
“Protestoyên li dijî van polîtîqayan rexne dike bi hêz û qûwetê tên kontrolkirin û hemwelatîyan neheqî digrin. Di herî dawîn de li Bêndera Ambarli yê konteynirên aîdê ZÎMê diçû Heyfayê hemwelatîyên pêşiya wê birî li dijî hemwelatîyan gule hatiye berdan. Di vê qirkirinê de hewceye Tirkiye bertek û nerazîbûnê xelkê gohdar û dîqet bike. Rejîma sîyonîst Tirkiye jî daxîl ger ji bo hemû herêmê tehdîdek eşkere ye û sûcê qirkirinê pêk tîne, bi vê rejîmê re bi kîjan sebeb û bahaneyan gelo têkilî tên dewamkirin?” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Meteorolojî; ji bo hinek herêmên Colemêrg, Wan, Şirnex û Bêdlîsê hişyarîya berfê da. Tê texmînkirin ku berf roja şemîyê piştî nîvro tesîra xwe winda bike.
Karwana Hêvîyê, li Wanê ji malbatên feqîr û mexdûr re êzing û komiran belav kir.
Danişîna duyemîn a doza ku 4 bersûcên ji ber qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya li Dîyarbekirê tên darizandin bi cezayê muebbetê yên giran tên darizandin dest pê kir.
Wekîlê Serokê Giştî û endamê Komîsyona Teşebbûsên Îqtîsadî ya Kamûya Meclîsê yê HUDA PAR Şahzade Demîr, derheqê destheqê kêmtirîna nû de weha got, “Zema destheqê kêmtirînê ya ji sedî 30 bi tu şeklî nayê îzahkirin. Divê ji vê reqemê bê zivîrandin û zêdebûnekî bal bê kirin.”