12 Kes di êrîşên li ser Xan Yûnis û Xezzeyê de hatin şehîdkirin

Rejîma îşxalker îro sibê li Xan Yûnis û Xezzeyê di êrîşên xwe de 12 Filistînî şehîd kirin. Di êrîşan de gelek kesên din jî birîndar bûn.
Rayedarên Nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê ragihandin ku pênc kes dema ku îşxalkeran konekî penaberan li herêma Muceydayê ya Xan Yûnisê hedef girtin şehîd bûn û kesên di êrîşê de birîndar bûn jî ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Rayedarên Nexweşxaneya El-Meemdanî ya li bajarê Xezzeyê ragihandin dema ku balafirên şer ên îşxalker mala malbata Hasrî ya li nêzî Mizgefta Farûq li taxa Ez-Zeytûn bombebaran kirin heft kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên rejîma sîyonîst a li ser Xezzeyê de, heta niha 61 hezar û 499 Filistînî şehîd bûne ku piraniya wan zarok û jin in.
Hejmara birîndaran gihîştiye 153,575 kesan. Her çend gelek cenaze di bin xirbeyan û li ser rêyan de mane jî, ekîbên tenduristîyê nekarîne bigihîjin herêmê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst 10 êsîrên Filistînî yên ku di êrîşên berdewam ên li ser Xezzeyê de hatibûn girtin, berdan. Êsîrên ku hatine berdan rakirin nexweşxaneyê.
Piştî erdheja 6.5 pileyî ku li wîlayeta Papuayê çêbû, hişyariya tsûnamiyê hat dayîn, lê li gorî raporên destpêkê, ti ziyanên can û mal çênebûne.
Artêşa îşxalker digel peymana agirbestê li başûrê Lubnanê baregeheke leşkerî ya nû ava dike.